18 november 2026

Merivê bi namûs nabe hevalê dagirkeran

Xelk welatê meriv ji meriv bistîne, heger piçek namûs bi meriv ra hebe dibê meriv bêdeng nemîne, nebe hevalê dagikeran û yên li dijî dagirkerîyê radibin neheq neke.
Heywan bi heywantîya xwe hêlîna xwe, warê xwe, herêma xwe diparêzin. Gava hinekên xerîb werin bixwazin hêlîna wan, warên wan ji wan bistînin, bixwazin têkevin herêma wan, bêdeng namînin, herêma xwe diparêzin.

Xelkê ne xanîyek, ne gundek, welatê me ji me stendine, hin bêxîretên me ne tenê ne xema wan e, di ser da bûne hevalên dagirkeran, bi wan ra bûne dost û hevalên bi ruh can.

Dagirkerên me sîyasetmedarên kurdperwer digrin, davêjin zindanan ji bêxîretan deng dernayê. Te hinek jî hene, dibêjin hûn zêde bela xwe di dewletê didin, dibê hûn qala azadîyê, serxwebûnê nekin. Yanî tiştên li gorî dilê dagirkeran bibêjin.
Van bêxîretan dev ji zimanê xwe jî berdane, tirkî kirine zimanê xwe û zarokên xwe. Ji bo ku baş bihelin, bibin btirk.

XXX

Jo bo ku kurd azad nebin, Kurdistan çênebe tirk 100 sal e zulmeke pir mezin li dikin; me digrin, medixin zîndanan, me dikujin, me îdam dikin. Sed sal e em wer di bin îşkenceyeke fizîkî û psîkolijîk da ne. Hîn jî fêm nekirine bi vê rêyê em dev ji doza xwe ya bi heq bernadin.

Dibêjin dev ji şer berdin, emê mafên we bi rêya dîyalogê, bi rehetî bidin.

Vê sibê bi girtina hevalên Hevbendîyê me careke din dît tiştê dewletê bide me dîsa girtin û zindan e. Dibêjin gerek hûn qala azadîya xwe nekin, tu mefekî netewî nexwazin, teslîm bibin. Ev jî ne mimkûn e. Dibê tirk vê yekî êdî fahm bikin. Bi girtinê, bi zorbatîyê em dev ji micadela xwe ya netewî bernadin.

XXX

Dagirkerên welatê me yên herî xurt û harî har bêguman tirk û faris in. Yên nehîştine em bibin xwedî dewlet esas tirk in, farisan jî tim desteg dane sîyaseta wan. Tirkiye û Îran nuha pir zeîf ketine, umrê meleyên Îranê pir kin e. Halê tirkan jî ne baş e.

Heger sîyasetmedarên me jîr û bi tifaq bin li her çar perçên Kurdistanê jî rewşa hêzên dagirker pir xerab e, em kanin hin wan mecbûrî dana hin mafan bikin.

Komara meleyan ewê bikeve. Sûrîye û Îraq wek dewlet nemane. Lê kurd jî li hev in.

Tirk nazîyan dikin, serî li xwe digerînin, lê îdareya wek berê êdî ne mimkûn e. Ew kê bi kar bînin, çi fildaqê bikin jî êdî nikanin kurdan wek berê îdare bikin. Dibê em xwe ji Evdila Ocalan xelas bikin, wî pûç bikin.

XXX

Gerek hûn ji xwe ra dostê baş hilbijêrin. Sibe gava nabêna we xera bû, têkilîya we ji hev qut bû dibê yekî bi qasî ku we nefiroşe bi qerekter be.

Şîreteke baş û rast e. Lê carnan meriv însanan baş nas nake, heta nas dike, xwe perîşan dike. Tiştê ji meriv ra kar dimîne tecrûbe ye.

XXX

Dara mirî, hişkbûyî ne hewceyî kesaxtinê ye, çimkî carê hişk bûye.

Hin kesên fikirsabît jî bûne wek dara hişkbûyî, gotin tesîrê lê wan nake. Meriv çi bibêje, ji guhekî dikvevê, ji guhê din dertê.

Ji bo wê ye jî dev ji hevaltîya merivê xerab bernadin, bûne mirîdên wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar