Vêsê dîsa bi xebereke ne xweş min dest bo roja xwe kir. Dîsa girtin, dîsa çavsorî û teror.
Siyasetmedarên Hevbendîya Netewî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ava kirine
îro destê sibê li Dîyarbekirê û li hin bajarên din hatine girtin. Dewletê 7 rojan tenê tehamulî HEVBENDÎYê kir.
Li gorî xeberên di medyayê da belav bûne di nav kesên girtî da, Serokê PSKê Bayram Bozyel, cîgirê serokê
PSKê Hasan Dagtekîn, serokê Pelkurdê Fuat Onen, cîgirê serokê PWKê Mehmet Can
Ozbay, Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven, Aryan Serhed, Alî Aydin, hene. Lê jimara kesên girtî kane zêdetir be.
Operasyon li ser biryara sawcîyê Diyarbekirê, li Diyarbekirê,
li Enqereyê, li Mêrdînê, li Mûşê û li Êlihê(Batmanê) hatiye meşandin.
Avabûna Hevbendîyê û beyana wê ya piştî avabûnê di nava tirkên faşîst,
antî-kurd da olanek mezin da; serokê partîya Zaferê Umit Ozdag di serî da,
gelekan kurd bi mirinê tehdît kirin.
Umit Ozdag got, aqûbeta we jî ewê bi ya Şêx Seîd be.
Hevalên Hevbendîyê ji ber vê gefa Umît
Ozdag lê gilî kirin.
Dîyar e dewletê guh da Umît Ozdag, lema îro gelek kurd girtin.
Bi operasyonên wiha dixwazin kurdan çavtirsîyayî bikin, dengê wan bibirin.
Lê ev gefên wan beyhûde ne, cin carê ji şûşû derketîye, kurd teslîm nabin, dev
ji micadela ji bo azadîyê bernadin.
Dewlet, tirk dibê xwe biguherine, dibê mafên me yên netewî bidin. Êdî kes
nikane kurdan wek berê îdare bike. Heta ev nebe Tirkiye ewê tu carî nebe
welatekî aram û demokratîk.
Hevbendî di konferansa 7–9ê mijdarê(meha 11a) da li
Diyarbekirê bi beşdarîya partiyên PSK, PWK, PDK-Bakur, PÊLKURD û gelek kesên
serbixwe hat avakirin.
Ez girtina hevalên HEVBENDÎYê şermezar dikim, sîyasetmedarên hatine girtin dibê tavilê werin berdan. Dibê rê li ber azadîya fikrî neyê girtin.
NOT:
Pûlisan li Stenbolê girtine ser mala serokê Partîya Welatparêzên
Kurdistanê(PWK)ê Mistefa Ozçelîk jî. Mistefa Ozçelîk ne li mal bûye, li Hewlêrê
bûye. Pûlisan ji dîya wî ra gotine, di heqê Mistefa Ozçelîk da emrê girtinê
heye, dibê were teslîm bibe.
Wer xuya dike, di heqê kesên avakarên Hevbendîyê gişan da emrê girtinê dane.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar