16 november 2026

Kêfa nevîyê me ji sitranên kurmancî ra tê

Nevîyê(torinê)me yê biçûk Ronî tam hogirî min bûye. Çer tê mala me, naçe himêza pîrika xwe, destê xwe dirêjî min dike, dixwaze ez wî bigrim himêza xwe.

Do jî çer hatin, eynî tişt kir. Bavê wî xwest bigre himêza xwe neçû balê, destê wî tahm da, xwe dirêjî himêza min kir, ji min neqetîya.

Ez dikim himêza xwe, dilorînim, hin gotinan bi kurmancî jê ra dinihurînim, kêfa wî tê; serê xwe dide ser milê min, xwe bi min va dike bizmik, li sitranên min guhdarî dike. Dîyar e ji kurmancî hez dike...

Dema ez diqedînim, serê xwe ji ser milê min radike, li nav çavên min dinêre, fena bibêje, dom bike, bistirê.


Lê rebenê Xwedê ez kilaman nizanim, dibêjim şîrînê min lorî, berxikê min lorî, lorî, kalo bi dorî. 

Kêfa wî ji nuhurandina min rat ê.


Wer xuya dike dibê ez hin kilamên zarokan fêr bibim, lê hafiza min kêm bûye, nikanim ji ber bikim, ji bîr dikim. 

Çare tuneye, dibê ez çend sitranên zarokan fêr bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar