15 november 2026

Vahdetîn Înce tirk li ser serê me kirine milyaket

Vahdetîn Înce di rojnameya Starê da(8/11-26)bi navê ”Tirkê bi wefa dîsa hat” tirk bi asîmanan xistine, gotiye tirk miletekî pir wefadar e, ji bo wê jî kurd, ereb, faris û miletên misilman ji tirkan pir hez hez kirine.

Vahdetîn Înce, li ser başî û wefadayîya tirkan bi van gotinên jêr pesnê wan daye:

”Mesela, li gorî tarîxên îslamê yên tên zanîn tirk bi wefadarîya xwe derketine pêş. Ji ber vê yekêye ji alî ereban, kurdan, farisan û miletên misilman ên din va jî hatine hezkirin. Girêdaneka samîmî nîşanî hakîmîyeta wan dane. Heta xiristîyanan jî gotine, ”ji dêlî ku emê şewqê Kardînal bidin serê xwe, emê kolozê(sarixa)tirkan bidin serê xwe baştir e.”

Kurdekî bûbe tirk, kurdekî nezan, cahil di heqê tirkan da ev pesnên bêbingeh bida minê bigota normal e, xwe bi tirkan şîrîn dike, lema pesnê wan dide. Lê Vahdetîn Înce ne yekî wiha ye.
Di warê bawerî, sîyasî û îdeoljîk da ez û Vahdetîn Înce pir dûrî hev in. Ew merivekî dîndar, ez yekî ataîst im. Di warê sîyasî da jî em dûrî hev in.
Lê Wahdetîn Înceyê bi qasî ez ji dûr va nas dikim ne merivekî asîmîle bûye, bûye tirk û merivê dewletê. Ew kurdekî li kurdbûna xwe, li zimanê xwe, li mafê miletê xwe, ne bi qasî ez dixwazim be jî xwedî dertê, diparêze.
Ji bo wê jî min texmîn nedikir hewqasî pesnê tirkên berê bide, wan li ber çavên me bike milyaket, ewlîya.
Vahdetîn Înce, ne merivekî nezan e, merivekî gelkî zana ye, bi erebî, farisî baş zane, tarîxa tirkan û miletê xwe, tiştê tirkan di tarîxê da anîye serê miletê wî zane. Çimkî tirk dagirkerên welatê me ne. Ma tiştekî ji viya xerabtir heye?
Yekî wek wî zana gerek bi vî rengî pesnê tirkan neda, rastî hewqas jî belavocî nekira. Çimkî yên welatê me dagirkirine, em kirine bindest û nehîştine kurd jî wek wan bibin xwedî dewleteke netewî tirk in. Derba herî mezin, herî xeddar tirkan li me xistiye.
Berî her tiştî ne rast e wek wî gotiye, ereb, faris û kurd ji tirkan hez dikin û li hemberî hukimranîya wan sadiq bûne.
Ev îdîa him ne rast e, him jî bêbingeh e. Hersê milet jî ji tirkan hez nakin. Meriv ji dagirkerê welatê hez nake.
Yek xanîyê meriv ji meriv bistîne meriv jê he nake, jê ra nabêje yekî baş e, bi wefa ye. Tirkan welatê me ji me stendine Vahdetîn Înce dibêje kurdan ji tirkan hez kirine, çimkî tirk miletekî wefadar e. Ev îdîa ne rast e.
Mesela kurdan gotiye:
”Bextê romê tune ye. Heçî tirk e, virek e, jê bawer meke.
Tirk bibin ker jî, divê merivv lê siwar nebe. Ji tirkan Pêxmber jî derkeve jê bawer mekin. Rom xayin e. Kînga bahr bû şîr wê çaxê tirk ewê bibin eşîr. Nanê romîyan li ser çonga wan e.”
Ereb û faris jî di heqê tirkan da ne pozîtv in, gelek gotinên wan jî yên tirkan biçûk û nezan dibînin hene.

Ji bo ku nivîs zêde dirêj nebe ez naxwazim gotinên ereban, farisan û kurdan yên li ser tirkan gotine zêde li dû hev rêz bikim, Vahdetîn Înce bi xwe van tiştan baş zane.
Lê ji bo ku meriv bizanibe kurd, ereb, faris ji tirkan hez nakin jixwe ne hewce ye ez gotinên wan wek delîl nîşan bidim. Çimkî miletek ne mimkûn e ji dagirkerê welatê xwe hez bike, sadiqê dagirkerîya wî be.
Tirk hîn û hîn jî dibêjin ereban em ji pişta me kêr kirin.
Di nabêna Selçûqî-Osmanî û sefawîyan da jî gelek şer çêbûn, wan jî gelek zirar dan farisan.
Ya din, ji bo ronakbîrekî kurd şermeke mezin e pesnê tirkan bide, bibêje tirk miletekî wefadar e û ji bo wê jî kurdan ji wan hez kiriye.
Tirkan Kurdistan dagir kirine, nehîştine kurd bibin xwedî dewlet. Kurd li welatê xwe bûne êsîrên tirkan. Ev yek tenê têrê dike kurdek ji tirkan hez neke û bi başî qala wan neke.
Ma ne şerm e meriv wek kurdekî ji dagirkerê welatê xwe hez bike, qala wefadarîya dagirkerê welatê xwe bike?
Ma dagirker qet wefadar dibe?
Kurdan ji sedsala16, 17 û 18a bigire heta avabûna Tirkiyê û desthilata kemalîstan herî kêm 20 caran li dijî osmanîyan serî hildan, xwestine ji bindestîya tirkan xelas bibin.
Di navbera mîrektiyên kurdan û Qereqoyunlî û Aqqoyunlîyan da gelek şerên giran çêbûn.
Her du dewletên tirkmen di sedsala 14a û 15aa da ji bo ku Kurdistanê têxin bin hakîmîyeta xwe û mîrektiyên kurdan ji ortê rakin gelek caran êrîşên dijwar birin ser bajarên kurdan.
Vahdetîn Înce vê tarîxê ji min baştir zane. Miletek ji derve were welatê meriv dagir bike meriv jê hez nake. Kurdan jî ji wan hez nekir, lema jî gelek caran serî hildan.

Di her serîhildanê da kurd perîşan bûn, tirkan bi hezaran kurd kuştin, gund û bajarên wan wêran kirin, malên wan, kitêbxaneyên wan talan kirin.

Di sala 1655a da walîyê Wanê Melek Ehmed Paşa êrîşî Betlîsê kir, kitêbxane û xezîneya mîrê Betlîsê Evdal Xan bi zalimî talan kir. Ewlîya Çelebî di Seyahatnameya xwe da bi teferûat qala vê talanê kiriye. Ma yên debdebeya Şêx Ubeydulahê Nehrî têk birin û ew ji welatê wî, mala wî biçolê xistin û li Mekkeyê ew kuştin ne tirk bûn?
Ronakbîrekî kurd bi çi exlaqî kane pesnê qatilên Şêx Ubeydulah, miletê wî bide?

Bi sedan gotin û sitranên kurdan li ser xerabî, zalimî û bêbextîya tirkan û osmanîyan hene.
Ji bo wê jî ne rast e entellektuelekî kurd, yekî tarîxa kurdan û tirka baş zane bibêje kurdan ji tirkan hez dikir û ji ber wefadarîya wan tim ew teqdîr kirine.
Bi bawrîya min şermeke mezin e ronakbîrekî kurd qala wefadarîya dagirkerê welatê xwe bike.
Ma yên welatê mer dagir kirin ne osmanî bûn? Ma yên bi sedhezaran kurd nekuştin; bi darde kirin, bi hezaran malmezin û serokên me bi darê zorê ji Kurdistanê derxistin, li çolan perîşan kirin ne osmanî bûn?
Ez çend numûneyan bidim:
Yên Serîhildana Babanan (1806–1812),
Serîhildana Mîr Mihemedê Rewandizî (1830–1838), Serîhildana Şengalê û Êzidîyan (1830–1833),Serîhildana Mîr Bedirxan (1843–1847), Serîhildana Yezdanşêr (1854–1855), Serîhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî (1880–1881), Serîhildana Şêx Ebdulselam Barzanî (1907–1914)têk birin û bi sedhezaran kurd kuştin, sirgûnî nava tirkan kirin ne osmanî bûn?
Kurd ewê çima ji van zaliman dagirker û qatilên xwe hez bikin?
Ji dêlî ku Vahdetîn Înce wek kurdekî zana, tarîxa tirkan û miletê xwe baş zane, van rastîyên tarîxî ji ciwanan ra bibêje, şiûrê netewî bide ciwanan, zulma tirkan li me kiriye, dagirkerîya wan wan bincil dike, ji me ra reqlama tarîxeke derewîn dike.
Heger ne osmanî bûna kurd bûbûn xwedî dewlet, yên nehîşt kurd bibin xwedî dewlet osmanî bûn.
Meriv eynî tiştî kane ji bo Qereqoyunlu û Aqqoyunlîyan jî bibêje, ne êrîşên wan bûna belkî mîrektiyên kurdan bibûna xwedî dewlet.
Ev zorbatî û sîyaseta tirkan a netewî piştî avabûna Tirkiyê jî berdewam e, îro jî yên nehîştin kurd bibin xwedî dewlet tirk in. Ne tirk bûna kurd li Kurdistana Başûr û Roja bûbûn xwedî dewlet; tirkan nehîştin. Kurd li Kurdistana Rojava bûbûn xwedî dewlet, tirkan bi darê zorê kurd şikandin û xistin bin destê ereban.
Vahdetîn Înce viya baş zane, lê dîsa jî pesnê tirkan û wefadarîya wan dide.
Tirkan tu carî, tu wextê xêra kuran nexwestiye, çêyî, qencî bi wan nekiriye, tu carî li hemberî kurdan wfadar nebûne.
Bi kîjan ûjdanî meriv kane ji miletê welatê meriv dagir kiribe, bi sedhezaran ji mkeriv kuştibe hez bike û bibêje tirk li hemberî me tim wefadar bûn?
Ez bawer nakim ronakbîrekî tu miletekî bindest bi vî rengî pesnê dagirkerê welatê xwe bide!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar