Orhan Mîrogluyê ji APKê li dijî girtinên hevalên HEVBENDÎYê derketîye, girtina wan rexne kiriye. Gotiye, ev operasyon şaş e, kesên şîdetê naparêzin dibê kanibin bi şiklekî azad fikrê xwe bibêjin; kesên hatine girtî dibê werin berdan.
Li hemberî êrîşên wiha bêdengnemana Orhan Mîroglu û kesên wek wî muhîm e.
Kurdên di cepheya dijmin da ne ya jî dostên AKPê ne êrîşên wiha rexne bikin,
bêdeng nemînin baş e.
Sibe ewê dor were wan jî.
Li Tirkiyê û Kurdistanê jiyan û malê tu kurdî ne di ewlehîyê da ye. Heta em nebin xwedî statuyeke sîyasî ewê tim wiha be, tepa tirkan ewê tim li ser serê me be.
XXX
-Uslûba şaş celadê gotina rast e. Tu tiştekî çawa dibêjî ji
tu çi dibêjî hîn muhîmtir e.
Rexneyeke bi heq, di cî da gava bi uslûbeke ne xweş were
gotin him bêtesîr dibe, him jî dibe sebebê reaksîyonên ne xweş.
Di rexneyên xwe dibê meriv heqaretê li xelkê neke, bi edeb
be.
XXX
Heger tu di eynî wextê da berra du korgîyan(kevroşkan) bidî
tu yê nikanibî yekî jî bigrî. Meriv nikane du zebeşan bi destekî rake, heger tu
rakî, yekê bikeve.
Dibê meriv karekî bide ber xwe û wiya jî baş bike, neke karê
suxre.
Bira hindik be, bira xweşik û rindik be.
XXX
Xwendevanên bloga min Hindik Rindik roj bi roj zêde dibin. Jimara xwendevanên min
ên rojana êdî ne bi sedan e, gihîştîye hezaran.
Serlêdanên do: 33879
Serlêdanê vê mehê: 218908
Gelek sipas ji bo xwendevanên kurdî û bloga min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar