19 november 2026

Dewlet ji mezinbûna meselê tirsîya lema hevalên HEVBENDÎyê berdan

Wek tê zanîn 14 hevalên HEVBENDÎyê yên pêr ji alî pûlisên tirk va hatibûn girtin do bi şev, piştî îfadeyên wan girtin gişk hatin berdan.

Di berdana wan a wiha zû da bêguman tesîra reaksîyona kurdan heye. Partîyên sîyasî, baroyên Kurdistanê, bêdengnemana civatê roleke mezin lîst.
Lê ji wê bêtir dewlet tirsîya mesele pir mezin bibe û di dawîyê da dewletê li zirarê derdê. Çimkî kesên girtibûn ne loqên li gorî devên wan bûn; ne yên wek Evdila Oclan bûn, teslîm bibin û husutuyên xwe li ber gefên wan xwar bikin.

Heger ew tewqîf bikirana û derxistina mahkimê ewê dewlet û rejîma Erdogan-Bahçelî û tifaqa Evdila Ocalan rezîl bikirana.
Dewlet ji mezinbûna bûyerê tirsîya, lema jî poşman bûn û gav bi paş da avêtin.
Lê dosye nehatîye girtin, tenê hatine berdan. Sawcî kînga bixwaze kane dîsa dozê di heqê gişan da ya jî di heqê hinekan da veke. Yanî belkî pilana wan di serî da ev bû, ya jî dû ra guhertin. Lê mesele neqedîya ye...
Piştgiriya bi Evdila Ocalan û bi PKKê ra di nava gel da roj bi roj zeîf dibe, êdî wek berê kes Evdila Ocalan, PKKê, DEMê naparêze, ji cepheya wan ên Evdila Oclan û PKKê, DEMê rexne dikin roj bi roj pir dibin.
Yanî tevgera PKKê li ber belavbûnê ye. Helbet ewê neqedin, hinekên bimînin, lê ewê pir zeîf bibin. Ev yek ji bo alternatîfeke netewî ya xurt îmkan û bingeheke baş e. Heger xebateke baş, zîrekane were kirin kane xurt bibe. Ev yek girêdayî xebatê ye.
Piştî berdana hevalên Hevbendîyê axaftina abûqat Sabahatîn Korkmaz, Fûat Onen û Elî Çeven

XXX

Hevalên Hevbendîyê gişk hatine berdan. Kêfxweş bûm.
Di parvekirina xwe ya bîstek berê da min got, bi vê girtinê dewletê li zirarê derkeve, ewê poşman bibe.
Çimkî hevalên hatine girtin ne mêrên çavtirsîyayî bibin. Dîtin heger bernedin ewê bêtir zirarê bibînin, poşman bûn, berdan.

2026-11-18

XXX

Dewleta Erdogan û Bahçelî ji bo ku kurdên serxwebûnxwaz çavtirsîyayî bikin hevalên Hevbendîyê girtin. Lê hesabê wan şaş e, ewê li zirarê derên. Hevalên hatine girtin ne mêrên bitirsin û çavtirsîyayî bibin. Di beyan û programa xwe da çi gotibin, ewê eynî tiştî ji dozger ra jî bibêjin.

Yên hatine girtin ne hesinê qelp bin, wek hinekan ewê serê xwe ji dewletê ra netewînin.
2026-11-18

XXX

-Li pişt exlaq hêzeke îlahî tune ye, exlaq bi tevayî meseleyeke însanî ye

Albert Einstein

Ji bona tu dagirjerîya xwe biparêzî, zulmê li miletekî bikî, sîyasetmedarên azadîya miletê xwe dixwazin têxî zindanê, zimanê miletekî qedexe bikî, tu ne tenê dîktator î, tu merivekî bêxlaqî jî. Bi dîktatoran ra, bi dagirkeram ra exlaq tune ye. Exlaq, dilpakî ye, diristî ye, heqnasî ye. Bi dagirkerên welatê me ra ji ev xisletên baş yek jî tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar