03 november 2026

Kazim Karabekîr:Emê vî gelî bi rêya hînkirina tirkî bi dewletê va girê bidin.

Di nivîsa xwe ya 29ê cotmehê da ya bi navê ”Li ser kurdî ûbêhêvîtîya Firat Aydinkaya” min qala hevpeyvîna Firat Aydinkaya ya di malpera ”hawarname.substack.com”ê da kiribû.

Firat Aydinkaya di hevpeyvîna xwe da li ser asîmîlasyonê, kolonyalîzmê û xemsarîya sîyasetmedar û ronakbîrên kurd a li hemberî zimanê xwe gelek tiştên girîng dibêje.
Min ji hevpeyvînê çend gotinên wî yên girîng wergerand kurmancî.
Hêvî dikim bi dilê we be.

Di hevpeyvîna xwe da Firat Aydinkaya dibêje, zimanê me ketîye ber sikratê û ji xelaskirina wî ra mûcîzeyek lazim e. 

Ji vê rewşê sîyasetmedar û ronakbîr ji dewletê bêtir sûcdar in, ew jî tu carî nebûn xwedî sîyseteke, îdeolojîyeke antî asîmîlasyon. 

Ji bo wê jî kurd pir rehet asîmîle bûn, tirkî bû zimanê wan yê yeekê, yê sîyasetê û bazarê û malê.

”Bi bawerîya min ewê ne mubalexe be meriv bibêje:

Belkî li dinyayê em tenê du sed sal in ji bo azadîya xwe şer dikin, lê belê teorîya me ya azadîyê tune ye.
Piraniya gelên li dijî hukumdarîya erdestan şer kirin, ji Hindistanê bigire heya bi Afrîkayê, ji Vîetnamê bigire heya bi Amerîkaya Latînî, bi rengekî kanîbûne hişmendiya xwe ya azadiyê di teoriyê de formule bikin, bikin malê teorîyê.
Çima wan kanîbû bikira, çima me nikanîbû bikira?

Bi bawerîya min dibê em durist bin: me doza kurdî di pratîkî da hema hema wenda kirîye. Dibe ku qebûlkirina wê dijwar be, lê em li hemberî tirkî têk çûn.
Di dawiya salên 1920î da, Kazim Karabekir, ji çiyayên Dêrsimê li Kurdistanê dinêrî û gotubû, "Emê vî gelî bi rêya hînkirina tirkî bikin tabiê dewletê, bi dewletê va girê bidin."

Li qusûrê nenêrin, lê belê mêrikan bi ser ketin. Heger mûcîzeyek çênebe, kurdî êdî zimanê me yê binê erdê ye.

Em dev ji malbeteke kurd a ji rêzê berdin , piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî zimanê kurdî êdî ji bo xwe wekî barekî dibînin.
Belkî jî dibê em êdî li ser mijara xwe-kolonîzasyonê bipeyivin.

Ji bilî çend îstîsnayan, serokên partîyan bi kurdî nizanin. Hakeza, piranîya akademîsyenên me yên di asta navneteweyî da têne naskirin jî bi kurdî nizanin.”
///Firat Aydinkaya

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar