02 november 2026

Me ev rezalet jî dît


Konsulê Tirkiyê yê Kurdistana Federe di 29 cotmehê da li Hewlêrê, li Otêla Dîwanê bi helahelayeke mezin avakirina Komara Tirkiyê pîroz kiriye. Aleka tirk a pir mezin û rismekî Ataurk bi ser cepheya pêşî a otêlê va kirine.
Min got belkî ne rast be, min pirsî rast e. Ji bo kesên destûra vê rezaletê dane tirkan, ev tablo rûreşîyeke mezin e.
Hin sîyasetmedar û berpirsîyarên Kurdistana Başûr pir pîs bûne, bûne hevalên tirkan, êdî dewleta tirk, serokên wê wek dijminên xwe nabînin. Ji bo wan, Kurdistan tenê Kurdistana Başûr e, hersê perçeyên din ji bo wan tune ne.

Zanyar Altun:
Mixabin wêne rast in mamoste.
Zinarê Xamo:
Sipas. Rezalet e. Rexnegirên apocîyan rezaletên wiha nabînin.

XXX

Rawîn Sterk:
Ev der konsulxaneya Tirkiye ya Hewlêrê ye mamoste. Bi qasî ku zanim her konsûlxaneyeke her welatî li baregeha xwe pîrozbahiyên damezrîna welatên xwe li dar dixin. Li Enqere jî konsulxaneyên hemû welatan li baxçeyên xwe eynî bi vî şiklî pîrozbahiyan merase dikin. Min bixwe şopandiye û dîtiye. Rêz û silav

Zinarê Xamo:

Rawîn Sterk,
Ew bîna ne konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê ye, Otêla Dîwan e.
Heger tu bi zanetî vê rastiyê vedişêrî qet nexweş e, bi te nakeve. Ya jî çavkanîya te agahîya şaş dane te.
Konsulê Tirkiyê resepsiyona Cejna Komarê di 29ê Cotmehê da li Otêla Dîwanê çêkiriye.

Û ew dîmenê ala Tirkiyê û wêneyê Ataturk yê li ser bînaya bilind jî Otêla Dîwanê ye, ne konsulxana Tirkiyê ye.
Çavkanîya min jê agahî girt û AI jî dibêjin Otêla Dîwan e.

Rawîn Sterk:
Seyda ez ne otela dîwanê ne jî konsulxane ya li Hewlêr ji hev derxim ji ber ku min herdu jî nedî ne. Piştî posta te min ji yekî pirsî got konsûlxane ye. Tiştekî zanebûn nîn e, carek din dipirsim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar