02 november 2026

Li Kurdistanê sîyaset bûye wek erdekî mayinkirî

Li sê beşên Kurdistanê, li Kurdistanan Bakur, Başûr û Rojava sîyaset, ji gêrmîya gavan, ji hevnîskê jî xerabtir bûye. Rewş gelkî ne xweş e, ne baş e, meriv bêhêvî û reşbîn dike.

Tu tû bikî jor simêl e, tu tû bikî jêr rî ye; tu çi bibêjî pere neka, tu kê rexne bikî serî ewê bigihîje yên dora te, dost û hevalên te ewê xwe ji te bixeyidînin, ewê ji te dilgiran bibin.

Li Kurdistanê sîyaset vê gavê bûye wek erdekî mayinkirî, tu bi kîjan alî da gava xwe bavêjî mayinekê biteqe.

XXX

Her kes şaşî û kêmasîyên raqibên xwe tenê dibîne û wiya dibêje, tu kes şaşîyên, xerabîyên partîya xwe, yên dostên xwe nabîne, nabêje; ji nedî va tê.

Kesên herî rastgo, serbixwe jî li hemberî hinekan çarçav in, baş dibînin, xweş rexne dikin, lê li hemberî partîuên, serokên cepheya xwe lal in, kor in. Serokên ji cepheya wan çi şaşîyê, çi xerabîyê bikin jî ne dibînin, ne jî dibihîzin.
Di demeke wiha tevlihev û kaos da baştir e meriv belaseben xwe li ber baranê şil neke; devê xwe bigire û li bûyeran temaşe bike. Ezê wer bikim. Gava gotin ji karê bêtir zirarê bide meriv, dibê meriv bêdeng bimîne, heta dinya ji hev kês û fês dibe, heta ewrên reş û tarî belav dibin.

Sinetê, meslegê dinyayê yê herî kevn xwefirotin e. Vî sinetî renê wek fahîşetiyê fahmkirin jî şaşîyeke hewqasî kevn e.
Albert Camus
Fahîşetîya sîyasî jî heye, ev fahîşetî jî bi qasî firotina bedena xwe xerab e.

XXX

Fikrên xerab, reşbînî di bedena însên û di zihnê însên da nexweşîyan peyda dike. Dibê meriv fêrî xweşbînîyê, pozîtîfîyê bibe. Fikrê meriv  çibe jiyana meriv jî li gorî fikrê meriv şikil digire. Serî rehet be beden jî rehet dike.Reşbînî, bêhîvîtî xerab e.

XXX

Gotineke pêşîyên çînîyan a pir xweş heye, dibêje, ”qûna hûn dialêsin miheqeq rojekê ewê bi devê we da birrî.”
Teşbîheke pir xweş e, di kurmancî da jî ji bo kesên zêde şalûz, şelaf dibêjin, ”qûnalês”.
Her babetê qûnalêsîyê pîs e, lê ya herî qirêt qûnalêsîya dijmin e. Xwedê tu kurdî nexe wî halî.

XXX

Amedsporê îro bi skora 5-1 Uyupspora feqîr şeqizandîye. Lê bira Eyupspor şikir bike maç 5-1 qedîya ye. Ferq kanîbû zêdetir bûya.

Ez Amedsporê, lîstikvanên wê û kesên gol avêtine pîroz dikim û hêvî dikim serketinên wiha tirm bibe para wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar