Min berê du sê caran bal kişand ser vê şaşiyê, lê gotina min têrê nekir, şaşî berdewam e.
Him di Rûdawê da, him jî gelek kesên din, dema qala çalakîyekê, civînekê dikin, dibêjin, ”Nivîskarê kurd, nivîskara kurd, dengbêjê kurd, resamê kurd” yanî qala kîjan nivîskarekî, hunermendekî, sinetkarekî dikin, ne tenê nav û meslek, nasnameya kurdbûnê jî lê zêde dikin, dibêjin filan nivîskarê/nivîskara kurd li filan derê civînek çêkir. Yanî ne nav û meslek tenê, kurdbûnê jî pê va dikin.
Gava kurdek qala nivîskarekî, nivîskareka me dike, ne hewceye nasnameya kurdayetîyê jî pêva bike. Bibêje, nivîskar Cemîlê Qerejdaxî li filan derê kitêba xwe ya dawî dide nasîn, bes e.Ma tirk, ereb, swêdî, alman, îngilîz dema di medya xwe da qala civîna semînera nivîskarekî xwe dikin, xeberekê li ser parve dikin qewmîyeta wî/wê jî dibêjin?
Ma tirk dibêjin, Satilmiş Çamurogluyê tirk ewê sibe li filan derê semînerekê bide?
Tirkek, erebek, biyanîyek gava di meydya xwe da qala nivîskarekî, hunermendekî
kurd dike, ji ber ku ne ji wan e, dibêje, ”nivîskarekî kurd li filan derê
semînerek da.”
lê ji bo yên xwe qewmîyeta wî nabêjin.
Gava di medyaya kurdî li ser min xebereke were belavkirin, meriv nabêje, ”Zinarê
Xamoyê kurd wiha nivîsîye…”
Lê ez dibînim hin kes, di parvekirinên xwe da, dibêjin, ”filan nivîskara kurd
li filan derê semînerek da. Filan nivîskarê kurd wiha got…”
Ev hawe şaş e, dibê meriv navê nivîskar, nivîskarê bibêje têrê dike, ne hewceyî
hûn nasnameya kurdbûnê jî pêva bikin.
Mesela gotine, ”sîyasetmedarê kurd Lutfî Baksî… Nivîskara
kurd Nazdar Aso…Welatperwerê kurd Cegerxwîn…Rewşenbîrê kurd…”
Yanî gava qala civîna nivîskarekî, qala kar û xebeta, beyana sîsyasetmedarekî,
hunermendekî dikin, dibêjin filankesê, filan kesa kurd ev tişt kir. Ne hewceye hûn nasnameya qewmî jî bibêjin, nav û meslek, sinetê wê/wî bibêjin bes e. Bibêjin, nivîskar Zelal Çiyayî xanim li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî bi hezkiriyên xwe ra hat ba hev û kitêba xwe îmze kir.
Sîyasetmedar Lutfî Baksî hat berdan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar