18 april 2026

Mihemed Semanê tirkmen çima bû waliyê Kerkûkê?

PDK û YNK berê li ser namzedê serokê Îraqê bi hev ketin. Nuha jî li ser guherandina waliyê Kerkûkê ketine gewriya hev.

PDKê piştgirî neda namzedê YNKê yê serokê Îraqê Nîzar Amedî. Li ser vê, YNKê bi tirkmen û ereban ra li hev kir, Nîzar Amedî bû serokê Îraqê.
PDKê got, em Nîzar Amedî nas nakin, wek serokê Îraqê qebûl nakin.
Nuha jî li ser waliyê Kerkûkê bi hev ketine, PDK rexneyên pir giran li YNKê, li Bafil Talabanî digre.

PDK du sal berê li dijî hilbijartina Rebwar Teha bû, nuha jî fena ku wî diparêze. Vê carê jî guhertina wî protesto dike.

PDK ne li dijî hilbijartina Mihemed Semanê tirkmen e, nabêje bira yekî tirkmen nebe waliyê Kerkûkê, dibêje tirkmen û ereb gerek ne bi YNKê ra, bira bi me ra koalîsyonê bikin. 

Yanî mexalefet û boykota PDKê li dijî YNKê ye, ne li dijî Mihemed Semanê tirkmen e.
Parlamenterê PDKê Şaxewan Abdullah li ser hilbijartina Mihemed Seman gotiye:

”PDK ne li dijî maf û daxwazên xwişk û birayên me yên tirkmen e, em piştgiriyê didin mafên hemû pêkhateyan. Em bawer dikin ku divê nûnerên bajêr bê cudahî, di çarçoveyek meşrû da xizmeta her kesî bikin."
Wek tê dîtin, PDK ne li dij e tirkmenek bibe waliyê Kerkûkê. Li dijî tifaqa bi YNKê ra ye. Lema beşdarî civîna hilbijartina waliyê Kerkûkê nebû, civîn boykot kir.
Jixwe Kerkûk ne wek Dihokê û zaxoyê ye, nufûsa Kerkûkê kozmopolîtîk e, ereb û tirkmen lê hene. 

Jixwe Kerkûk ji destê kurdan derketiye, ketiye destê ereban. Kurd di pirnaiyê da ne, lê nikanin di îdareya bajêr da cî nedin ereb û tirkmenan. Rayên wan di meclîsa bajêr da têrê nake. Kurd mecbûr in bi wan ra li hev bikin. Problem, PDK û YNK li hev nakin, ev yek bêtir wan motajî tifaqa bi ereb û tirkmenan ra dike.

Koka mesela waliyê Kerkûkê çi ye, ji ku dest pê kir?

Ji ber ku PDKê û YNKê li ser namzedê serokê Îraqê li hev nekirin, YNKê du sal berê bi ereb û tirkmenan ra peymanek li ser sîstema bi dor a waliyê Kerkûkê îmze kir.
Li gorî wê peymana di nabêna ereb, tirkmen û YNKê da çêbû, Rebwar Teha di 10 cotmeha 2024a da ji bo du salan bû waliyê Kerkûkê.
Piştî du salan, ewê yekî ereb salekê, yekî tirkmen jî salekê bibin waliyê Kerkûkê.
Dûra dîsa ewê dor were kurdan, kurdek ewê dîsa du salan bibe walî.
Lê ereban dora xwe dan tirkmenan, lema  Mihemed Semanê tirkmen bû waliyê Kerkûkê. Salê tê ewê yekî ereb bibe walî. 

Yanî sîstem ewê bi dor dom bike. YNKê li ser vê sîstema bi dor bi ereb û tirkmenan ra peyman çêkiriye.
PDK bi xwe jî ne li dijî vê sîstema bi dor e, ew li dijî hilbijartina yekî ji Ynkê ye.

PDKê, tirkmenan û hin ereban jî berê li ser vê sîstema bi dor li hev kirin, lê rayên wan têrê nekir, Rebwar Teha bû waliyê Kerkûkê.

Li Kerkûkê gelşa PDKê ne bi ereban û bi tirkmenan ra ye, PDK ne li dij e erebek, tirkmenek bibe waliyê Kerkûkê, gelşa PDKê bi YNKê ra ye, dibêje bira ereb û tirkmen ne bi YNKê ra, bi PDKê ra hereket bikin û YNKê li derve bihêlin. 

Çimkî rayên kurdan tenê têrê nake, dibê bi ereban ra li hev bikin. Heger kurd bi tifaq bin û bi ereban ra li hev bikin, ne motajî rayên tirkmenane. Lê PDK û YNK li hev nakin.
Bi baweriya min rola Tirkiyê jî di hilbijartina Mihemed Semanê tirkmen da heye. Tirkan zext da ser ereb û YNKê, got dibê hûn tirkmenan jî bikin walî.

PDK du sal berê hilbijartina Rêbwar Teha protesto kir, nuha jî wî diparêze.

PDKê got ewê tu karekî bi serokê Îraqê Nîzar Amedî ra nekin. Ev tê wê maneyê ewê nehêlin here Hewlêrê.

PDKê di du salên borî da rê neda waliyê Kerkukê Rebwar Taha ku here Hewlêrê.
PDKê di dema serokatiya Berhem Salih da jî nehîşt Berhem Salih Here Hewlêrê.
Çend salan nehîşt serokê Meclîsê jî here Hewlêrê.
Ev siyaseta PDKê ya antî YNK zirarê dide kurdan û herdu aliyan jî bêtir motajî ereb û tirkmenan dike. Gerek PDK û YNK li hev bikin, ew yek ewê wan li hemberî ereb û tirkmenan xurt bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar