Hin camêr derbekê kesî ji xwe naxeyidînin, derbekê li nahl
dixînin, derbekê li bizmêr dixînin. Naxwazin kesî ji xwe bixeyidînin.
Her kes nikane dilê her kesî xweş bike, ji
viyara hosteyî lazim e.
Di demên talûke da, li ser meseleyên muhîm naxwazin xwe bikin destiyê kêrê, xwe bêdeng dikin. Dostên wan, partiya jê ra li çepikan dixin çi şaşiyê bikin jî ji nedî va tên. Her kes li hemberî cepheya xwe kerr û lal e.
Û li ser meseleyên bêzirar da dibin bilbil.
XXX
Xeyala birçiyan nan e, ewlad guman e.
Xeyala me kurdan tifaq û yekîtiya netewî ye, hevkariya
partiyên siyasî ye, çi heyf ew jî di program û ajendeya serok û siyasetmedarên
me da nîne.
Bi dijmin ra dost in, bi hev ra tim bêtifaq in.
XXX
Deh kêrên ko mîhîyekê şerjê nakin(ser jê nakin.
Dijminên me him pir in, him ji me gelkî xurttir in. Ji bo wê
jî em bi kulmiskan nikanin şerê şûjinê bikin.
Dibê em ji xwe ra dostan çêkin, dewletên mezin bikin piştgirê
doza xwe. Gerek em bi siyaseta xwe xwelkê ji xwe dûr nexînin.
XXX
Gotinên me, rexneyên me, gilî û gazinên me yên li ser tifaq
û yekîtiya netewî li ba serok û siyasetmedarên me bêtesîr in, wek defa li ber
kesên kerr û çira li ber ber kesên kor in.
Ha bibêje, ha bibêje, kes guh nade gotinên me…
XXX
Kurdên mesîhî li îsraîl ayîna xwe bi kurmancî dikin. Cara pêşîye
vê ayina kurdên mesîhî dibînim. Pir xweş e.
Kîjan bajar e nizanim. Ya Tel Evîv e, ya jî Orşelîm e...
XXX
Got:
-Kê çavê derxist?
-Merivê min derxist.
-Lema kûr derxist.
PDK û YNK li Başûrê Kurdistanê dikin hevdu bixun, ji
dijminatiya dijmin bêtir neyartiya hev dikin. Hevkariya, serokatiya dijmin
qebûl dikin ya hevdu qebûl nakin. Xwedê aqil bide wan...
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan hin serokên kurd baş sewq û îdare
dike, wan bi hev diguherîne. Helbet yên me jî ne li dijî îdareya tirkan e.
Lê belê ji bîr nekin, çêlikên guran ji meriv ra nabin bav û
bira.
Neyarên bavan nabin dostên lawan.
Rî dibe bihost, dijmin nabe dost.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar