19 april 2026

Kurdên dibêjin ew ne milîyetçî ne li dijî azadiya miletê kurd in

Di nav kurdên dîndar û çep da kesên dibêjin, ”ez nasyonalîstê, ne milîyetçiyê kurd im” pir in. Ji van kesan yek jî Edîp Yuksel e.
Ew jî tim dibêje "ez ne milîyetçiyê kurd im, ez li dijî her babetê milyîyetçîtiyê me.
Milîyetçîtî îdeolojiyeke xerab e, bi zirar e..."Filan bû bîvan...

Kesê dibêje ez ne nasyonalîstê (ne mîlîyetçîyê)kurd im, di eslê xwe da dibêje, ez li dijî azadiya miletê kurd im; ez naxwazim kurd ji bindestiyê derkevin, wek tirkan, ereban û farisan ew jî bibin xwedî dewlet.

Maneya "ez ne milîyetçiyê kurd im” bi kinî û bi kurmancî ev e, tu maneyeke wê ya din tuneye. Ne hewceye meriv bi hin gotinên teorîk zêde dirêj bike.

Çimkî nasyonalîstên, milîyetçiyên kurd ne li dû dagirkirina welatê kesî ne, naxwazin zimanê kesî qedexe bikin, naxwazin zulmê, neheqiyê li kesî bikin.

Tiştê milîyetçiyên, yanî serxwebûnxwazên kurd dixwazin, ew jî wek farisan, ereban û tirkan bibin xwedî dewleteke netewî, li ser axa xwe azad bijîn, xwe îdare bikin.

Tu xerabiyeke vê îdeolijiyê tune ye, yên li dijî nasyonalîstên kurd in bi hin demagojiyan bindestiya kurdan diparêzin, dixwazin kurd azad nebin, tim bindest bimînin û bibin faris, ereb û tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar