20 april 2026

Ceh dibêje ez birinc im

Teşbîheke me ya pir xweş heye, dibêje, dimrim, dibehecim, ceh dibêje ez birinc im.

Hin camêr pir pesnê serokê xwe, partiya xwe didin. Tu dibêjî qey serokê wan, partiya wan miletê kurd ji bindestiyê xelas kiriye, Kurdistan çêkiriye.
Dîzikê got binê min zêr e, heskê got, le ez ji ku têm?
Heyran her tişt li ber çava ye, li tu beşekî Kurdistanê halê kurdan ne baş e, kurd ne azad in. Tu serokî ji me ra kela feth nekiriye...

Li Kurdistana Başûr û Rojava ji me ra li hev hat, xelkê alîkariyeke mezin bi me ra kir, me got vê carê emê ji bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe.
Lê serokên me li ser kursiyên xwe û talanê li hev nekirin, bi hev ketin, hemû tiştên bi salan, bi xwîna bi hezaran şehîdan bi dest xistibûn giş ji destên xwe dan der.
Nuha li başûr û rojavayê Kurdistanê li gorî 10-15 sal berê kurd gelkî perîşantir in. Serokên we, partiyên we her tişt xerabtir kirine, baştir nekirine.
Qet zêde pesnê serokên xwe, partiyên xwe nedin, tiştê kurdan bi salan, bi kevçî top kiribûn, serokên we hemû bi heskê belav belav kirin. Nuha bi parsê ketine, motajî alîkariya dijmin in.

XXX

Li dinyayê ji ziman şîrîntir jî tune ye, ji ziman tahltir jî tune ye. Serokên me na tu carî bi hev ra bi zimanê şîrîn napeyivin, zimanê wan ê li hemberî hev tim wek zelindarê tahl e.

Ji bo wê dilê wan tu carî li hev sipî nabe. Bi dijmin ra kompromisê dikin, ji hev ra tim dijmin in. Dijminatiya wan ya li hemberî hev nahêle kurd azad bibin.

XXX

Deve çavê xwe girt û ket nav erdê pembo, jê wetnê kes wî nabîne.

Hin siyasetmedar me jî wer bawer dikin kes florta wan ya bi neyaran ra nabîne.

Dinya êdî ne dinya berê ye heyran, kî bi kê ra çi dolabê digerîne, kî li ku derê kê himêz dike tê dîtin. Milet ne kor e, hew jê tê.

XXX

Diçim aş, aş xera dibe, têm ser kaniyê, kanî zuha dibe, ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.

Feqîrê kurdan rast davêjin xerab tê, çep davêjin xerab tê. Yek derdikeve hêvîyekê dide me, em dibêjin vê carê emê bi ser kevin, tu hew dinêrî ji yê berî xwe xerabtir dertê.

Welhasil, kabê me tu carî mîr nayê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar