Fortên serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî Îranê dida xwe, gefên li Îranê dixwar pûç derket, Donal Trump di şer da paş da vekişiye, agirbest dirêj kir, mele serketî derketin.
Donald Trump gotiye,li ser daxwaza Pakîstanê
careke din agirbest dirêj kiriye.
Berê digot ewê agirbestê dirêj neke. Lê forta wî, gefaa wî vir derket.
Tiştê xuya dike Donald Trump ji Îranê bêtir dixwaze şer raweste, peymanek çêbibe. Çimkî zexta li
hundur zêde ye, piştgirên wî, amerîkî li dijî şer in.
Mayina meleyan li ser hukim ji bona gelên Îranê felaket e, lê ji bo her kesî xerab e.
Gava mele bibînin Amerîka ne terefdarê şer e, ewê cesûrtir hereket bikin û peymaneka di lehê xwe da bi Amerîkayê bidin qebûlkirin.
XXX
Ferîd Azad li ser ferqa nabêna îslamîstên ereb û me da, li
ser ferqa nabêna Hamasê û Hudaparê û Hizullaha kurd tiştên pir û pir muhîm
dibêje. Guh bidinê.
Ferîd Azad dibêje Hamas di destûra xwe da dibêje, li ba me nasyonalîzma
erebî bi qasî dîn muhîm e.
Weşanxaneyeke îslamî ev destûr weregerandiye kurmancî lê ev beş jê derxistine. Yanî beşê dibêje ji bo me miletperwerî, nasyonalîzim bi qasî dîn muhîm e jê derxistine.
Avakarê hereka Îxwanî Muslumîn Hasan el Banna jî eynî tişt
gotiye. Yanî dîndarên, îslamîstên ereb bi qasî dîndar in, hewqasî jî nasyonalîst
in. Jixwe praktîka wan li ortê ye.
Lê kurdperwerî, serxwebpnxwazî, antî kolonyalîzim li ba
îslamîstên me sifir e, ew nagihîjin nenûka serokên Hamasê û Îxwanî Muslumîn.
Îslamîstên me, Hudapar û yên din ne tenê ne kurdperwer in,
di ser da hevalên dewletên dagirker in jî.
Dibê kurd destûra Hamasê û Îxwan Muslumîn bikin kurmancî û tirkî. Û li ser vê meselê hin vîdeoyan çêkin. Ev meseleyeke pir muhîm e. Hevalên VEJÎNê dibê baş li ser vê meselê bisekinin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar