Xanimeka bi navê ŞEYMA sê meh berê(24/1-26)di malpereka taybet da li ser kitêba min ”Rojnivîskên sirgûnekî” çen rêz nivîsîye. Bi xêra agahdariya Înan Erogluyê hêja ez îro pê hesîyam.
Min xwest sipasî Şeyma xanimê bikim, lê min nikanîbû, malpereke taybet e, dibê
meriv endam be, kodên meriv hebe. Lema min nikanîbû.Ji dêlî wê va, bi vê
parvekinê ez sipasî Şeyma xanimê dikim.
Gava keç û xortên me nivîske min, kitêbeke min dixwînin pir kêfxweş dibim.
Gerek ciwanên me bizanibin pêşiyên wan çi kirine, di kîjan şertan da jiyane, çi zorî, zahmetî dîtine û çi hatiye serê wan?
Ev jî bi xwendina bîranîn û serpêhatiyan wan dibe.
Ji ber ku min nikanîbû nivîsa Şeyma xanimê ji malpera wê parve bikim, li vir diweşînim û lînka wê jî didim.
”Şeyma
Rojnivîskên Rojnedîtiyan
Wekî her carê, îcar jî em di nava agir da ne û ji xeynî me ti dostên me nîn e,
ji aliyê hestiyariyê va em xurt bin jî ji hêla dîplomasiyê va em sist û bê
tevdîr in.
Hêvî dikim ev bobelata dawiyê ji me ra bibe derseke qewîn, qet nebe
di nava ewqas sedsalan da em vê sedsalê ji xwe ra bikin derfet da ku êdî xelk
ji pişta me nexwe û bi me nekene.
Ev pirtûka li ber destê me ji rojnivîskan pêk
tê ku di navbera salên 1985-1999î da hatiye nivîsandin. Herçî min nas dikin
dizanin ku ez ji cureyên wek name, rojnivîsk, bîranîn û hwd gelekî hez dikim.
Ji ber wê min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî bir heta serî. Bi kêfxweşî û ewqas jî bi xemgînî..
Zinarê Xamo serpêhatiyên xwe yên li sirgûnê roj bi roj, yek bi yek qeyd kiriye.
Li diyasporayê çawa jiyaye, ji bo kurdî çi xebat kiriye, bi kîjan kurdên li Ewropayê ra daye û standiye, beşdarî kîjan bernameyên edebî û siyasî bûye û gelek tiştên din bi hûrik hûrik vegotiye.
Wexta min serpêhatiyên salên 80yî dixwend min digot çi ecêb e ez hîn nehatime dinê, nivîskar van bûyeran qeyd kiriye.
Ez hîn ji diya xwe ra nebûme filan bûyer hatine serê kurdan an jî kurdan li filan derê bername û çalakî li dar xistine. Ji wan rojan ta îro zêde tiştek neguheriye..
Wan salan jî kurdan ji destê dewletê, ji destê partî û serokan gelekî kişandiye, îro jî heman tiştî dibîne û dikêşîne.
Kêfxweş im ku min Zinarê Xamo ji nêz va nas kir, bûm şirîka serpêhatiyên wî. Berhemên bi vî rengî hêja ne û divê zêdetir bibin.
Lewra ew di heman demê da belgeyên dîrokî ne, çavkanî ne ji pêşeroja me ra.
Weşanxaneyên wek Pallê divê zêdetir bin û vî barî bêtir hilgirin ser milên xwe.
Li gel ewqas êş û kederan tiştên xweş jî diqewimin, berxwedan tekane rê ye, xebat û xîret her berdewam e; ruhê yekîtî û netewebûnê her zindî ye di nav me kurdan da.
Em
ji mirinê mezintir in. Bijî berxwedana gelê kurd!”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar