Malpera Çandnameyê çîroka Fûad Temo ji Kovara Rojî Kurd, ji herfên aramî(erebî) transkrîbeyî herfên latînî kiriye. Mala wan ava be, karekî baş kirine. Xwendevan çîrokeke 113 sal berê hatiye nivîsîn bixwîne baş e.
Lê belê tiştê xerab û ecêb kesê çîrok kiriye herfên latînî midaxeleyî zimanê
Fûad Temo kiriye, navek li çîrokê kiriye, gotiye, ”Di wergerê da min zimanê wê jî hinekî rast kir."
Ez matmayî mam, meriv çawa, bi çi heqî û bi kîjan aqilî zimanê çîrokeke 113 sal berê diguherîne û navekî li çîrokê dike?
Çandnameyê di dawiya çîrokê da li ser midaxeleya xwe ev agahî daye xwendevanan:
”Agahîname:
Ev çîrok ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913)
r:25-26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24-25 hatîye girtin ku bi herfên erebî ya
alfaba osmanî hatiye nivîsîn.
Min jî ji herfên erebî wergerand ser alfabeya latînî ya kurdî.
Di wergera wê de min zimanê wê jî hinekî rast kir.
Çewtîyên ku min rast kirine hinek ji wan çewtîyên çapê ne, lê hinek jî çewtîyên
avakirina awayên cumleyên kurdî bûn, ku min rast kirin.
Wekî ji dawîya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas nebûye. Her çendî di
hejmara 2. a kovara Rojî Kurd de dinivîse “dawî heye”, lê mixabin dawîya çîrokê
ne di hejmara 3. û ne jî di hejmara 4. a kovarê de heye.
Her weha navê çîrokê jî nehatîye nivîsîn. Tenê “çîrok”
hatîye nivîsîn. Li şûna wê min navê “Şewêş” li çîrokê kir.”
Min ev şiroveyên jêr li ser guhertina zimanê çîrokê kirin.
Birayê delal, bi transkirîbekirina çîrokê te karekî baş
kiriye, mala te ava be. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ew çap kiriye.
Lê bi midaxeleya, bi "rastkirina" zimanê çîrokê te
şaşiyeke mezin kiriye. Meriv kurmancîya çîrokeke 113 sal berê naguherîne. Heqê
te tuneye tu tiştekî wiha bike.
Xwendevan dixwaze orjînala wê bixwîne, ne zimanê te.
Kurmancîya çîrokeke 113 sal berê ji bo zimanzanan belgeyeke
tarîxîye, meriv pê nalîze.
Bi ya min dibê tu orjînala wê biweşînî.
"Di wergera wê de min zimanê wê jî hinekî rast kir.
Çewtîyên ku min rast kirine hinek ji wan çewtîyên çapê ne, lê hinek jî çewtîyên
avakirina awayên cumleyên kurdî bûn, ku min rast kirin. "
Tu bi çi heqî zimanê çîroka 113 sal berê diguherînî?
Kê ew heq daye te?
Çi ji te ra nivîskarê wê çawa nivîsîye?
Ma ez nivîseke te biguherînim rast e?
Tiştê te kiriye ne karê aqil e!
Nabe tu vê çîrokê bi navê Fûad Temo biweşînî. Çimkî wî wer nenivîsîye...
Ez bawer nakim bêyî te li dinyayê kes tiştekî wiha bike...
Ez matmayî mam...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar