20 april 2026

Dûrî çavan, dûrî dilan

Yê dûrî çavan be dûrî dilan e, gotineke, teşbîheke, şîreteke pêşiyan e. Gotineke pir rast e, sedîsed were ye. Kesê ji ber çavan dûr bikeve ji dilan jî dûr dikeve, bi demê ra tê jibîrkirin.

Ji ber ku dîtina, têkiliya fizîkî pir muhîm e, dilan nêzîkî hev dike, li hev dibanîne, meriv nade jibîrkirin.

Gava meriv ji hev dûr bikeve, demên dirêj hevdu nebîne, dengê hevdu nebihîze hezkirin jî, evîn jî, hevaltî û dostî jî lawaz dibe, bi demê ra meriv tê jibîrkirin.

Du heval demeke dirêj hevdu nebînin, têkiliya wan hêdî hêdî qels dibe, hevdu jibîr dikin. Ne ku ji kok da hevdu ji bîr dikin, lê hezkirin û germiya berê ya dema fizîkî li ba hev bûn namîne.
Di hin helatan da, li gorî kinî û dirêjahiya demê nav jî tê jibîrkirin
Meriv dibe wek hevalên hev ê eskeriyê ya jî hevalê dibistanê.

Kesê koçî bajarekî din, welatekî din bike, nema were dîtin, pê ra sohbeta rû bi rû neyê kirin, meriv hêdî hêdî wî ji bîr dike.
Di vir da îstîsnayek tenê heye, ew jî dê ye, dûriya fizîkî hezkirina dayikê misqalekî kêm nake, agirê dilê dê gurrtir dike.
Li dinyayê tu dil bi qasî dilê dayikekê ne bi rahmet û şefqet e, mişt hezkirina zarokên wê ye, nej i bîr dike, ne jî hezkirina xwe kêm dike. Hezkirina dayikê mîna ava çeman zelal û pak e.

46 sal in ez ji welatê xwe, ji qewmê xwe, ji nas, dost û hevalên xwe yên zaroktiyê, yên xortaniyê dûr im. Ji ber wê jî, min jî gelekên wan ji bîr kirine, wan jî ez ji bîr kirime.
Gelek caran dama di medyaya sosyal da ez xebera, îlana wefata wan dibînim, navên wan tê bîra min, dibêjim xwezî min berî mirinê ew dîtiba û rojên borî yad kiriba.
Rojekê eynî tişt ewê were serê yên sax jî, gava xebera mirina min xwendin, ezê werim bîra wan, ewê bibêjin, ”erê erê, li filan derê, me bi hev ra wiha, wiha kir, li welatekî dûr, mir û çû…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar