Dinya nêrdiwan(pêlik, sêlim) e, hilkişîn jî heye, daketin jî heye. Hinek hildikşin jor, hinek dadikevin jêr. Hinek ji jor loxî jêr dibin.
Me got belkî di vê sedsala 21ê da em kurd jî hilkişin jor,
li jêr nemînin.
Lê pêşengên me, serokên me nahêlin em hilkişin jor.
Serokên me ne ew kesên, ne ew mêrên bidin pêşiya miletê xwe,
bibe jor. Ew feraset, ew kapasîte, ew daxwaz û ruhê netewî bi wan ra tune ye.
Em çiqasî li ber xwe didin jî serokên me nahêlin em hilkişin jor, tim
teşxeleyekê derdixin.
Ji yên mezin, xwedî hêz yek jî ne ew kesê
ku kanibe miletê xwe ji bindestiya tirk û ereban xelas bike.
Giş ”kursiyên” xwe yê di bindestiya ereb û tirkan da ji serxwebûna kurdan
muhîtir, baştir dibînin.
Ji bo wê jî li ser kursiyên di bindestiyê da li hev nakin, dev ji neyartiya hev
berndin, ji bona serxwebûna miletê xwe destên xwe nadin hev.
Xelk û alem, ker û kûçik bûne xwedî dewlet, serokên me jî li ser meqamên
bindestan şerê hev dikin.
Heta serokên me kesên wiha bin, em tu carî ji bindestiyê xelas nabin, emê tim
li jêrî nerdiwanê bin, xelkê hilkişe jor, emê jî hustuxwar temaşevanên wan bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar