Alî Çeven kurdekî pir hêja ye, meriv pesnê wî çiqasî bide hindike. Li dijî dagirkeran, çahşan û xayinan micadeleyeke bêhempa, şerekî giran dide.
Kurdekî zana, bi kultur, entellektuel, hay ji tarîxa xwe û tarîxa dinyayê heye.
Debatorekî pir jîr e, xatibekî mezin e.
Di her minaqaşeyê da tim serketî ye, bi
argumentên xwe, bi retorîka xwe, bi wêrekîya xwe ya medenî tirkên antî-kurd û
kurdên bûne çahş û xayin mat û perîşan dike.
Micadela Alî Çeven di medyaya sosyal da li hemberî tirkan û kurdên bûne tirk, bûne zilamên dewletê dide ji ya gelek partiyan, ji ya gelek serokan mezintir û bi tesîrtir e.
Alî Çeven bi micadela xwe ya siyasî, bi vîdeoyênxwe ji gelek partî û serokan bêtir fêdê digihîne miletê xwe, çiwanan, kurdên nezan, cahil şiyar dike, çahşan û xayinan jî dide fikirandin.
Bi hezaran, belkî bi sedhezaran li vîdeoyên wî dinêrin, li ser kurdan, li ser bindestiya me tiştên nuh jê fêr dibin.
Gelek partî tenê nav e, partiyên tabelayê ne. Gelek serok tenê navên wan heye, lê tu kar û xebateke wan tune ye. Yanî navî giran e, warî wêran e.
Ji bo wê jî xebata alî Çeven dike, micadela li hemberî dagirkeran û cahşan dide ji ya gelek partiyan û serokan pir mezintir e û berhemeke baş dide. Ciwanên me gelek tiştan jê fêr dibin.
Sipas Alî Çeven, mala te ava be, te bi dil û can pîroz dikim.
XXX
Go, ez hêdî diçim bela digihîje min, ez zû diçim ez
digihîjim belayê.
Em kurd çi dikin ji bela dagirkerên xwe û kurdên bûne destik
û hevalên wan xelas nabin.
Em şerê wan dikin em li zirarê dertên, em dev ji şer
berdidin dîsa li zirarê dertê.
Her roj bi dronan me dikujin, malên me wêran dikin. Zindanên
Tikriyê û Îranê tije kurd in.
Kurdên bûne heval û xulamên wan bêtir cesaretê dide dijmin.
Dibêjin em çi bikin jî kurd dev ji hevaltiya me bernadin.
Yên pişta me şikandine kurdên bûne zilamên dagirkeran.
XXX
Min li vîdeoyeke li ser Kurdistana Rojava temaşe kir.
Kurdekî bi tirkî ji yê moderator ra digot, Îsraîl dixwaze Rojava perçe bike.
Qismekî bide ereban, qismekî jî bide Barzanî. Çimkî Îsraîl dixwaze bi navê Kurdistanê
Barzanîstanekê çêke.
Moderator jî serê xwe dileqand, wî jî gotinên wî tesdîq
dikir.
Min ji xwe ra got, kurdek çawa kane hewqasî pîs, hewqasî
bibe neyarê qewmê xwe ?
Asîmîlasyonê, îslamîyetê, perwerdeya tirkan bi milyonan kurd kirine mankurt, kirine koleyên bêşiûr, bêhafiza, koleyên bûne dildarên dagirkerên welatê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar