Hin partiyên siyasî û serokên partiyan roja Rojnamegeriya Kurdî û 128 saliya derketina rojnameya Kurdistanê pîroz dikin.
128 sal berê, roja 22ê nîsanê Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan li paytexta Misrê, li Qahîreyê ji alî Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.
Cara pêşî kurd bûn xwedî rojname. Ji ber wî ev çêyiya mezin, tarîxî bi miletê xwe kir, em kirin xwedî rojname û bû rêber û pêşengê rojnamegeriya kurdî mala wî hezar carî ava be, gorra wî bihuşt be.
Ji sala 1973a û vir da ye kurd roja Rojnamegeriya Kurdî û roja derketina rojnameya kurdî ya pêşî, Kurdistanê bi hev ra pîroz dikin.Dibê vê roja tarîxî pîroz bikin û bi nifşên nuh bidin naskirin, ev karekî baş û bi feyde ye. Lê bi pîrozkirinê tenê rojnamegeriya kurdî, zimanê me, edebîyata me ya nivîskî bi pêş nakeve. Partiyên me dibê zimanê tirkî di xebatên xwe da kêm bikin, kurdî bikin zimanê siyasetê, bazarê û malê. Ji bona her kes zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, dibê seferberlikek were îlankirin.
Bi pîrozkirina Roja Rojnamegeriya Kurdî rê li ber asîmîlasyonê nayê girtin, dibê zarok bi kurdî mezin bibin, zimanê çarşî û bazarê bibe kurdî, tabeleyên dikanin, etîketên mêwe û sebze û xurekan bibin kurdî.
Dibê zimanê kurdan ê medyaya sosyal bibe kurdî.
Yanî gerek di jiyana me da guhertineke radîkal bibe. Ev nebe kurdî ji mirinê xelas nabe. Nêta tirkan tune ye di demeke nêzîk da kurdî serbest bikin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar