23 april 2026

Bala xwe bidinê serokê Tirkiyê Erdogan li ser girigîya zimên çi gotiye !

Serokê Tirkiyê Erdogan li ser asîmîlasyonê û girîngiya zimên gotiye:

”Miletê zimanê xwe wenda bike(bihele, asîmîle bibe) hafizeya xwe wenda dike, şexsîyeta xwe wenda dike, heta û heta baweriya xwe jî wenda dike. Civatên girêdana wan bi zimanê wan ê dayikê ra zeîf dibe bi wextê ra miheqeq dibin kerî, dibin kolonî, nasnameya xwe ji dest didin.”
Yanî miletê asîmîle bibe, dihele, dibe meletekî din. Em kurd ketine vî halî, hêdî hêdî dihelin, dibin tirk.

Ev gotinên Erdogan ji tirkan bêtir li ser me ye, çimkî miletê bi lez asîmîle dibe, bi milyonan ji zimanê xwe, ji kultura xwe, ji muzîka xwe, ji şexsîyeta xwe ya netewî qut bûne kurd in. Ji ber wê jî bi milyonan bûne tirk, çimkî kurdî nizanin, nikanin ji bo miletê xwe, bi zimanê xwe tiştekî biafirînin.
Ji bo ku zimanê wan tirkî ye, edebîyata wan, muzîka wan jî tirkî ye, malê tirka ye. Ew bibêjin em kurd in jî berhemên wan ên edebî, şiîr, roman, çîrok, bîranîn û her wekî din nabin malê miletê kurd, ew yên tirkan in.
Bi sedan, bi hezaran kurdên bi kurdî nizanin, bi tirkî dinivîsin hene. Ev yek zimanê tirkî, edebîyata tirkî bi pêş dixîne, dewlemend dike.
Gelekên me giringîya zimên hîn jî fêm nekirine, lema zarokên xwe bi kurdî mezin nakin, kurdî nakin zimanê malê, bazarê, edebîyatê û siyasetê.
Recep Tayyip Erdogan, fêm kiriye ziman ji bo miletekî pir muhîm e. Mileteke bi zimanê xwe milet e û ji miletên din cihê ye

Ji bo wê jî mêrik gotiye, ziman ne tenê wasîteyeke danûstendinê ye, ew ruhê miletekî ye, nasnameya miletekî ye, kultura miletekî ye, mîrata herî mezin ya ji zarokên xwe ra, ji neviyên xwe ra, ji nifşên din ra dihêle.
Ev gotinên Erdogan gerek me kurdan ji xewa xefletê rake, gerek em êdî zarokên xwe bi tirkî mezin nekin, gerek em zimanê xwe bikin zimanê çarşî û bazarê û siyasetê.
Di vî warî da wezîfeyeke mezin dikeve ser milên siyasetmedar û ronakbîran, dibê ew pêşengiya vê tevgerê bikin, şiûra netewî li ba kurdan xirt bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar