10 mars 2025

Tirkan bi rastî jî nehîştin li ser sînorê Tirkiyê "QORîDORA TERORÊ" ava bibe !


HSD´ê û HTŞ´ê(hukûmeta Sûriyê) li hev kirin. Mezlûm Ebdî û Ehmed Şara peyman îmze kirin.

Bi vê peymana ji nişka ve ez bi xwe matmayî mam. Qet qala tiştekî wiha nedihat kirin.
Peymana resmî bi tevayî hîn nehatiye belavkirin. Hin madeyên peymanê di medyayê da belav bûne.

Heger peyman ev be, kurdan statuyeke netewî bi dest nexistine, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan-Evdila Ocalan bi ser ketin. Evdila û PKK-HSD´ê hukûmeta kurdan diyarî Tirkiyê kirin.

Erdogan mêrik gihîşt armanca xwe, bi rastî jî nehîşt ”korîdora terorê” çêbibe.

Madeya 2 û 4´a li ser kurda ye. Di herdu madeyan da jî HSD bi tevayî teslîm bûye, ji bo kurdan mafekî netewî, destûrî yê herî biçûk jî bi dest nexistiye. Kurdistanê ewê teslîm HTŞ´ê, û tikriyê bikin.
Bi baweriya min 8 madeyên di medyayê da belav bûne Tirkiyê hazir kiriye.
Metneke hewqasî xerab ancax îşê tirkan be. Tu mafekî konkret nade kurdan, hemû gotinên vala, abstrakt in.
Heta qala perwerdeya kurdî jî nehatiye kirin. Belkî dibistan û zanîngehên hene gişan bigrin.

Piştî hewqas micadele, bi hezaran şehîd, kurdan pûş kutan, otonomî jî bi dest nexistin. Serokên kurdan bindestîya berê qebûl kirine.

Erdogan digot emê nehêlin li ser sînorê me ”korîdora terorê çê bibe”, bi rastî jî mêrik bi destê Evdila Oclan û PKK´ê nehîşt.

Heta serokê me Om be xwelî ewê tim li ser serê me kom be !

Pir xmgîn im, tiştê ez jê ditirsiyam qewimî…
Hêvî dikim peyman ne ev tenê be, ji bo kurdan statuyeke netewî hebe, serokên kurdan bi temamî teslîmî Erdogan û Ehmed Şara nebûbin. Û Emerîka dev ji kurdan bernedabe, di nav peymanê da be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE