10 mars 2025

HTŞ bi qasî serê derziyê jî ji Daîşê ne baştir e

Di nabêna cîhadîstên HTŞ´ê û Daîşê da di warê fikrî, îdeolojî emelî da tu ferq û cudahî tune ye. Serokê HTŞ`ê Ehmed Şer ji el Bedadî ne çêtir e, demokrattir e.

Hîn baş cî nedane nigên xwe li Sûriyê dest bi qetlîama elewîyan kirin. Bi sedan vîdeyên wahşeta xwe belav kirin. Gerek dinya, Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê qetlîama mezin bêdeng nemîne.

Yanî meriv kane bibêje heft xwezî bi kefendiz. Li her dera hêzên îslamî hatine ser hukim dest bi terorê û qetlîaman kirine; nehîştine zerreya azadiyê û demokrasiyê bimîne. 

Fikrê xwe, îdeolojiya xwe, şiklê jiyana xwe li ser civatê ferz kirine. Yên qebûl nekirine girtine, kuştine.
Di van çar rojên dawî da tiştê li Lazqîyê, Tertûsê û hin derên din kitin ji qetlîamên Daîşê ne kêmtir in. Jixwe gelekên wan terorîstên Daîşê ne, navê xwe guhertine, Tirkiyê navê wan kir HTŞ.
Qetlîama li Lazqîyê, li Tertûsê bû bêhaya Tirkiyê nebû, Tirkiye li dij derneket, çavên xwe ji qetlîamê ra girt. Tirkiyê bixwesta kanîbû rê li ber qetlîamî bigire. Çimkî çeteyên qetlîam kirin giş segên ber deriyên tirkan in.

XXX

Bi baweriya min di nabêna cîhadîstên HTŞ´ê û Daîşê da di warê fikrî, îdeolojî emelî da tu ferq û cudahî tune ye. Hîn baş cî nedane nigên xwe li Sûriyê dest bi qetlîama elewîyan kirin. Bi sedan vîdeyên wahşeta xwe belav kirin.
Yanî meriv kane bibêje heft xwezî bi kefendiz. Li her dera hêzên îslamî hatine ser hukim dest bi terorê û qetlîaman kirine; nehîştine zerreya azadiyê û demokrasiyê bimîne. Fikrê xwe, îdeolojiya xwe, şiklê jiyana xwe li ser civatê ferz kirine. Yên qebûl nekirine girtine, kuştine.
Di van çar rojên dawî da tiştê li Lazqîyê, Tertûsê û hin derên din kitin ji qetlîamên Daîşê ne kêmtir in. Jixwe gelekên wan terorîstên Daîşê ne, navê xwe guhertine, Tirkiyê navê wan kir HTŞ.
Qetlîama li Lazqîyê, li Tertûsê bû bêhaya Tirkiyê nebû, Tirkiye li dij derneket, çavên xwe ji qetlîamê ra girt. Tirkiyê bixwesta kanîbû rê li ber qetlîamî bigire. Çimkî çeteyên qetlîam kirin giş segên ber deriyên tirkan
.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE