Li ser kurmê darê nivîseke min a 18 sal berê. Min got bira ew jî di bloga min da were arşîvkirin.
2007-01-16
Gotinek me kurdan heye, dibêjin ”kurmê darê ne ji darê be dar nakeve.”
Yanî em kurd ne dijminê xwe bin, dijmin bi tena serê xwe nikane zora me bibe. Ancax bi alîkariya hin nezan û kêmaqilên me dijmin dikane li me siwar be.
Di vî warî da nimûna herî dawî hin reaksiyon û êrîşên ser gotinên Yaşar Kemal e.
Wek tê zanîn, di pêşengiya Yaşasr Kemal û hin kesên din da
li Anqerê konferansek hat çêkirin.
”Însîyatîfa Aştiya Demokratîk” û hin ronakbîrên wek Yaşar Kemal di nabêna 13 û
14-ê vê mehê da(13-14/1-2007) li ser mesela kurd li Anqerê konferansek bi navê ”Tirkiye
li Aştiya Xwe Digere” çêkirin.
Ji kurd û tirkan nêzî 50 nivîskar, ronakbîr, siyasetmedar û
akademîsyen beşdarî civînê bûn, li ser mesela kurd dîtin û pêşniyarên xwe anîn
zimên. Ji van kesan yek jî Yaşar Kemal bû.
Yaşar Kemal, di axaftina xwe ya vekirina konferansê da dewleta
tirk rexne kir, got “me navê gerîlla kir terrorist”.
Yanî tirkan navê gerîlla kirine terrorist.
Vê gotina Yaşar Kemal li Tirkiyê olanek mezi da. Bira êrîşên
nîjadperest û faşîstên tirkan yên wek gurên har li wir bimîne, hinek kurdên me
yên kêmaqil jî xwe di berra kirin û wan jî bi devê tirkan êrîş birin ser Yaşar
Kemal, gotin, tu çawa dikanî wiha bibêjî?
Ji van kêmaqilên me yek jî parlamenterê AKP-ê yê Batmanê
Mehmet Nezîr Nasiroglu ye.
Nasiroglu jî bêyî ku şerm bike, wek Serokwîzîrê xwe yê durre
û “pêxwasê Kasimpaşayê” gotinên Yaşar Kemal wiha rexne kir:
-Ez teşbîha Yaşar Kemal ji bin da rast nabînim. Terorîst
terrorist e. îzaheke vê ya din tuneye.” û hin gotinên bêmane yên din, filan û
bêvan.
Min dema ev gotinên Nasiroglu xwend, xîreta min qebûl nekir
ku ez bêdeng bimînim û bi çend gotinan be jî tiştekî jê ra nebêjim.
Min bi wî hestê xwe ya hêrsê ev çend gotinên jêrîn bi kurdî ji Nasiroglu beg ra nivîsî.
Ez bawer nakim bikanibe bi kurdî bixwîne. Lê dîsa jî xem
nake.Ya girîng dibê meriv bêdeng nemîne û ya xwe bibêje.
Çend rêzên min ji Nasiroglu ra nivîsîn ev in.
”Heger te ji bavê xwe fedî bikira, te wek tirkekî
nîjadperest şûrê tirkan nedikşand.
Lawo wek kurdekî ma bi te ketiye tu rabî gotinên Yaşar Kemal
rexne bikî?
Aqûbeta Rêberê Dêrsimî ji bîr neke, tu ji tirkan ra çiqas
xizmetê bike jî pere nake, netîce tu
Kurd î!
Ma çi yê tirkan ji te zêdetir e ew dibin xwedî dewlet lê tu
vî heqî layiqî xwe nabînî?
Ma tirk ji TERORÎSTÊN xwe ra dibêjin terorîst?
Ma tirk ji flistîniyan ra dibêjin terorîst?
Çima tu berî her kesî ji keç û xortên xwe yên ji bo azadî û
serxwebûna welatê xwe şer dikin ra dibîjî "terorîst?", hey kêmaqil.
Gelek heyf ku tu kurd î û xwedêgiravî li wir(li meclîsa
tirkan) gelê Batmanê temsîl dikî!”
Ehmeqî ne bi pera ye, heger bi pera bûya ez bawer dikim her
kesê li gotinên xwe miqate bûye.
2007-01-16
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar