Endamê komîteya merkezîya PYD´ê Salih Muslim li ser peymana do di nabêna HSD´ê û hukûmeta Sûriyê da hat îmzekirin tiştên meriv kêfxweş û geşbîn dike gotiye.
Di 8 madeyên peymanê da ji bo kurdan tiştekî konkret, muhîm tune ye. Lê herger wek Salih Muslim gotiye peyman di bin çavdêriya hin hêzên navnetewî(yanî Emerîka)da hatibe çêkirin û kurd desthilata xwe ji dest nedin û bi rastî jî bibin şirîkê dewleta Sûriyê pir baş e, ez kêfxweş bûm; HSD, PYD´ê pîroz dikim...
Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya Nûpelê da li ser peymanê wiha gotiye:
”Emê resmî bibin şirîkê vê dewletê. Me hewqasî şer kir, me hewqasî micadele
kir. Di dawiyê da emê bibin şirîkê her tiştê vê dewletê. Emê bibin şirîkê
îdareya wê, şirîkê qanûna esasî, ya aborîya wê, yanî em dibin şirîkî her tiştê
wê.
Ji bo her madeya 8 xalên hatiye îmzekirin ewê komîteyek çê bibe. Komîteya
hêzên leşkerî ewê hebe. Emê çawa tevî hêzên leşkerî bibin ewê minaqaşe bibe. Peymanekê çê bibe. Îdare ewê çawa be ewê were minaqaşekirin. Komnîteyên ava
bibin di nava salekê da ewê şiklê lihevkirinê dîyar bikin. Belkî qanûnek esasî
ya demkî were çêkirin, dûra referandûm çêbibe."
Li gorî agahiya Salih Muslim daye, hin hêzên navnetewî nabêncîtiya herdu aliyan kirine.
"Hêzên navnetewî jî bûn nabênçî. Him nabênçiyên me hebûn, him yên îdareya
Sûriyê. Ev jî tê wê maneyê nabênçiyan jî ev peyman tesdîq kirine. Yanî em bi
şiklekî resmî êdî şirîkê vî dewletê ne.”
XXX
-Tu şûr bidî destê merivekî dîn çiqasî talûke be, xurtkirina
merivekî bêexlaq jî hewqasî talûke ye.
Pîsagor
Çi heyf li dinyayê bi piranî şûr di destê dînan da ye û
merivên bêexlaq, nelayiq jî xurt in.
XXX
-Tu şûr bidî destê merivekî dîn çiqasî talûke be, xurtkirina
merivekî bêexlaq jî hewqasî talûke ye.
Pîsagor
Çi heyf li dinyayê bi piranî şûr di destê dînan da ye û
merivên bêexlaq, nelayiq jî xurt in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar