Li ser peymana du roj berê di nabêna serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyê Ehmed Şara da hat îmzekirin gelek tiştên cuda tên gotin. Hinek dibêjin di peymanê da ji bo kurdan tiştekî konkret tune ye, peymanê rexne dikin; ez jî di nava wan kesan da me.
Hinek jî peymanê diparêzin, dibêjin ev serketineke, destpêke, gava pêşî ye, kurd
ewê bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Emerîka, Fransa, Almanya di nava meselê da ne. Kurd ewê hêza xwe ya leşkerî belav nekin û îdareya xwe biparêzin. Yek ji wan
kesan jî Salih Muslim e.
Di peymanê da tiştekî wiha tune ye, lê heger gavên wiha dûra werin ew tiştekî
din e.
Tirkiye peymanê diparêze. Parastina Tirkiyê meriv ditirsîne. Bi baweriya min
tiştê ji bo kurdan baş be Erdogan û tirk naparêzin.
Peyman bêhaya ENKS´ê bûye. Ji bo jî ENKS´ê hetanî nuha ne li dij, ne jî li gel
tu beyan nedaye. PDK û YNK peymanê baş dibînin û piştgiryê didinê.
Karekî hat kirin nekeve serê meriv, ya jî meriv şaş, heta
xerab bibîne bêguman dibê meriv neparêze û jê ra li çepika nexîne.
Lê belê bi lez, bi hêrs rexne neke, hinekî li ser bifikire, rake û deyne baştir
e.
Ecelekirin, lezandin dareke, mêwa wê bi piranî moşmanî ye.
Di karê ecele da îhtîmala meriv şaşiyê bike zêde ye. Yê pir zû bibeze zû
diweste. Meriv bi semt be, bînfire be baştir e.
Ev aqliselîmî, nelezandin ji bo vê peymana HSD´ê bi Ehmed Şar ra îmze kir jî
derabs dibe.
Lê dibê meriv ne li gorî sozên xelkê, li gorî peymana hatiye
belavkirin hereket bike.
Ez bi xwe peymanê metirsîdar dibînim. Şêla Erdogan
bêtir min ditirsîne. Lê hêvî dikim kurd keda xwe û bedelên kurdan dane nekin
keda bersîs.
XXX
-Kesên exlaq û siyasetê ji hev cihê dikin, ji herduyan jî tiştek
fêm nekirine.
John Morley
-Di siyasetê da tu tişt bêhemdî nabe. Heger bûye wisa hatiye
plankirin.
Franklin D. Roosevelt
Însan çewtiyê dikin, ev baceke wan e. Gava tu viya têxî
hustuyê hinekên din siyaset e.
Bili Vaugheur
-Yên rastiyê zanin û bêdeng dimînin, bi qasî yên rastiyê
nizanin û dipeyivin sûcdar in.
XXX
Dema hevalekî te, dostekî te di medyaya sosyal da gotineke şaş
kir tavilê ranepelike ruyê wî; şexsî jê ra binivîse.
Tevgera herî maqûl a dostekî gava tu neheq bî jî eşkere êrîşî
te neke. Dostayî, hevaltî di demên wiha da xuya dibe. Dema tu bi heq bî hema
hema her kes bi te ra ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar