Min îro rojeke pir bi hereket, pir xweş û bi qezenceke baş derbas kir. Yanî kabê min îro mîr hat, tableta ez li bende kevzikî bûbûm îro bi silametî gihîşt min.
Meh û nîveke ez li bende datayeke biçûk im, tabletekê me. Serî li min digerandin, nedişandin, digotin qediya ye.
Çendakî berê min telefonek Samsung kirî, ev tablet jî di ser da belaş dan min.
Kampanîyek hebû, tesadufî ez lê rast hatim.
Lê pir dereng şandin. Do min dîsa telefon kir, ez bi wan da xeyidîm, min got zû
tableta min bişînin; ya na hûn zanin ezê çi bînim serê we…
Ya tirsiyan, ya jî dilê wan min şewitî, tablet îro hat. Min çû ji postê girt.
Min xeber da Rojenê me, ewê roja pênşemiyê were, ji min ra li hev ragire.
Ez merivekî hinekî bêsebr im, heta du roja pênşemiyê ezê kevzikî bibim… Dibê ez veşêrim, ji ber çavê xwe wenda bikim…
Êdî ez jî xwedî tablet im. Him jî Samsung Galaxy Tab A9 e. Înşela bi kêrî min bê.
Îro li Stockholmê roj xwebû, ez 9,78 km meşîyam. Rojên me yên li Alby hindik mane, ez û xanim heyfê ji Alby yê digrin.
Di sala 2003á da dema me mal guhest vira, Alby wek bihuştê bû, piranî swêdî bûn, pir paqij bû. Nuha di nava toz û gemarê da ye.
Nuha swêdî nemane, çend kal û pîrên li bende mirina xwe ne mane. Belediye çiqasî paqij dike jî pê ra nagihîne.
Kaxet, lastîk, gemar, sol, kinc, tu çi bibêjî li erdê pir e. Di gerra xwe da ez û xanim tim top dikin, davêjin qutiya tozê.
Li derekê rûnuştibûn têr xwaribûn, vexwaribûn û ziblê xwe, gilêşa xwe li dewsa xwe hîştibûn. Kêleka riyan tije ziblê ji viya xerabtir e.
Ji ber ku emê heta du sê mehan bar kin, xanim ji nuha da ketiye heyecanê, gav û seetê dikeve qulik pacan, tiştên avêtinê û yên birinê ji hev digerîne.
Yanî em li mal gav û seetê di hereketê da ne. Mijara me ya rojane jî koça me ye.
Cîguhestin, hawîrdoreke nuh xweş e, meriv aktîv dike, meriv derên nuh dibîne.
Bi qasî ji me
ra hatiye qalkirin Hanînge/Handen herême xweş e, tam li gorî kal û pîrên wek me
ye. De em û şansê xwe…


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar