19 mars 2025

Hin minaqaşe ne hêjeyî meriv wexta xwe û enerjiya xwe bidê

Carnan însanên kamil, rîsipî li ser tiştekî tune, li ser gotineke vala, bêmane, bêfêde bi hev dikevin, hevdu kelûkût dikin.

Dema ez dibînim gelek maqûl û rîsipiyên me tevî teşxeleyên, minaqeşeyên berradayî dibin ez matmayî dimînim, li ber dikevim.

Hin minaqeşe hene dibê meriv ji nedîve were, xwe bi ber teqala însanên devbelaş, gotinên xwe nizanin nexîne.

 Qereçî ji dawetê, zarok ji lîstikê têr nabin.Meriv xwe ji merivên şerûd bisitirîne meriv li karê ye. Hin minaqaşe hene ne hêjayî meriv wexta xwe û enerjiya xwe bidê.

XXX

Li Tirkiyê şerê nabêna Erdogan, hukûmeta AKP´ê û partiya CHP´ê gurr dibe.

Ji bo ku serokê beleddiya Stenbolê Ekrem Îmamoglu nikanibe li hemberî Erdogan bibe namzedê serokkomariyê do dîploma wî ya zanîngehê betal kirin, dûra jî pûlisan ew û gelek kesên din girtin.

Bûyereke wiha kesî texmîn nedikir. Diyar e Erdogan biryar daye cara 4´a jî bibe serokê Tirkiyê; yanî heta mirinê serok bimîne.

Û qebûl nake kesê kanibe li hember wî qezenc bike têkeve hilbijartinê.

Belkî tew nehêle kes bibe namzet jî, ew tenê bibe, ya jî çend kesên beradayî wek pêkenînin bike namzetê serokatiyê.

Piştî vê gava Erdogan li Tirkiyê şerê nabêna Erdogan-îslamîstên tirk û mixalifên wan ewê gurr bibe. Maşalê qirra hev bînin. Dibê kurd nekevin nabêna wan, nebin alîkarê kesî, wan ji hev jî neqetîne.

Şerê wan şerê dû û dotê ye, çi dikin bira bikin, ne problema me ye.

XXX

Li Sûriyê li wîlayeta Idlibê li ber şûbeya leşkerî ji bo kesên ewê herin eskerîyê merasimek çêkirine. Di merasimê da wiha sond xwarine:
”Xwedê hedefa me ye, Resûlê Xwedê rêberê me ye, Quran qanûna me ye, cîhad riya me ye.”
Yekîtiya Ewrûpayê ewê 300 milyon euro bide van terorîstên mucahîdên îslamî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar