Merivê rûşuştî, bêar, bêheya gava xurt be, hukumdar be pir zalim e.
Jê ra tim çardê nîsanê ye,çimkî çi derewê, çi bêbextiyê, çi
sextekariyê, çi diziyê bike jê şerm nake; li ber xwe nakeve, ji ber ku bêarî ji
xwe ra kiriye maske.
Civata, merivê diz, sextekar, fêlbaz, bêar bide ser serê xwe, bi salan serî lê mezin bike, tim jê ra li çepika xîne misteheqê zulm û terora wî ye.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.Aynê kurdan ji tirkan ra namîne, ew jî nuha bedelê wê didin.
Bira bidin, heq kirine.
CHP´ê, tirkan ji zulma li kurdan dibe tim lîrandine, tim piştgirî dan dane Erdon,
tim xwestine kurd bişewitin. Nuha ew jî di agirê me da dişewitin. Gelek siyasetmeedar, parlamenterên kurd bi rayên CHP´ê ji parlamenteriyê da xistin û avêtin zindanê.
Belediyên kurdan bi darê zorê ji wan har stendin CHP , tirk li dij derneketin, bêdeng man. Nuha jî dor hatiye wan.
Lê ev nîna ye, tirnîna hîn maye. Ev Erdogan e, heta sax be dest ji kursiya xwe bernade.
XXX
Tirkan li dijî zulmê, neheqiyê, dîktatoran tim serên xwe tewandine, tu carî serî hilnedane. Çimkî tirsonek in, cesûr hereket nakin.
Cesaret jî wek tirsonekiyê hin bedelan bi însên dide dayin.
Tirk li hemberî dîktatoran tu carî cesûr nebûne, tim
tirsonekî hilbijartine.
Merivê tirsonek tu carî nikane bi sîngên gewr û boz şa bibe.
Hêvî dikim tirk vê carê biwêriribin dîwarê tirsê bihedimînin
û derseke baş bidin dîktatorê bîn li civatê çikandiye û dewlet kiriye şîrketa
xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar