Di şer da însan di stresê da ne, pir hesas in, bînteng in, wek demên din ne sakîn in.
Di şer da, di rojên giran da jî dibê meriv çavê xwe ji kêmasî
û şaşiyan ra negire, fikrê xwe, pêşniyarên xwe bibêje.
Artêşa-ordîya di herbê da jî tê rexnekirin. Ya şaş ne rexne ye, şiklê rexneyê
ye, uslûb e, termînolojî ye.
Tu çi, çawa dibêjî pir muhîm e.
Tiştê meriv wek kêmasî, şaş dibîne bi zimanekî maqûl,
bêheqaret rexne bike baş e.
Lê di rexneya xwe da ne êrîşkar be, marolê hevdu xera neke.
Gava tu ji yê hember ra gotinên ne xweş bikî, ew jî bi gotinên
ne xwe bersîvê bide te.
Rexneyeke bi vî rengî zirarê dide herdu aliyan.
Tu di
rexneya xwe da rast û bi heq bî jî termînolojiya te, uslûba te ne xweş be kes
guh nade te, rexneya te ya bi heq nagihîje armanca xwe.
Yanî meriv kane gotineke, rexneyeke rast, bi heq him bi
uslûbeke xweş, avakar, him jî bi uslûbeke ne xweş û xerab, bi zirar bibêje.
Yanî tu fikrê xwe çawa dibêjî bi qasî tiştê tu dibêje muhîm
e.
Bala min lê ye van rojan di medyaya sosyal da li ser banga Evdila Ocalan û
Selahetîn Demirtaş di nabêna kesên banga Evdila Ocalan û beyana Demirtaş
diparêzin û kesên wan rexne dikin minaqaşeyeke pir germ û gurr heye.
Minaqaşe, rexne normal e, baş e, şertekî demokrasîyê yê bingehîn e, dibê meriv
rê li ber rexnekirinê negire û tehamulî rexnebûyinê bike.
Lê dibê meriv heqaretê li hev neke, di rexneyê da dilê hev nehêle. Fikrê xwe, raya xwe bi zimanekî maqûl, bi termînolojiyeke siyasî bibêje.
Di van rojan da hewcedariya me bi hevkariyeke netewî heye. Dibê em li hev guhdarî bikin, ji fikirên hev sûdê bigrin.
Gava rexne bi zimanekî ne
xweş were kirin dibe sebebê minaqaşeyên bi zirar.
Di rexneyên xwe da jî, di bersîvên xwe da jî em sakîn, kamil bin, heqaretê li
hev nekin baş e, bi fêde ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar