Yekî halxweş, hinekî zengîn bi salan her meh hezar dolar dida parsekekî. Parsek, ev qencîya mêrik, ev lutfa xeyal dikir bi memnûnîyet û kêfxweşî qebûl dikir.
Kêfkêfa wî bû, her meh 1000 dolarê xwe berra bêrîka xwe dida û diçû malika xwe.
Çend sal derbas bû, rojekê mêrik ne hezar dolar, hefsedûpênce (750) dolar dirêjî wî
kir.
Meha din, meblax dîsa kêm bû, vê carê daket 500 dolarî. Bû nîvenîv.
Parsek vê carê nikanîbû xwe ragirta, got:
-Berê te her meh 1000 dolar dida min, dûra te daxist 750 dolarî. Nuha jî tu 500 dolarî didî min. Ev çi mesele ye, çima tu wiha dikî?
Mêrik bi dengekî fedîkar, bi nezaket sebeb jê ra wiha îzah kir:
-Dema min dest pê kir, bi te ra alîkarî kir rewşa min a madî baş bû, zarokên min wê demê hîn biçûk bûn. Keça min mezin bû, dest bi zanîngehê kir. Mesrefa zanîngehê pir zêde ye. Ji ber wê jî ez mecbûr mam alîkarîyê daxînim 750 dolarî. Dûra, lawê min jî dest bi zanîngehê kir, mesrefên min zêdetir bûn. Ji ber wê jî êdî 500 dolarî tenê kanim bidim te. Jê zêdetir hukmê min nagihîjê.
Parsek murûzê xwe tirş û tahl kir, awirekî tûj da mêrik, got:
-Çend zarokên te hene?
Mêrik got:
-Çar zarokên min hene.
Li ser vê bersîva mêrik, parsek bi hêrseke mezin bi ser mêrik da qîriya:
-Te got çi, te got çi? A nuha tu yê zarokên xwe bi perê min bidî xwendin, mesrefên wan bi perê min bidî ? Wele xweş mesele ye ha !…
Hin însan gava çêyîya bi wan dibe kêm bibe di cî da bêwefa dibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar