17 mars 2025

Qetlîama Tirkiyê li Kobanê kiriye sûcekî giran e !

Balafirên Tirkiyê do bi şev bajarê Kobanê bombebaran kirine. Di bombebaranê da 9 sivîl kuştine, 2 kes jî birîndar in.

Xwedêgiravî piştgirî dan peymana HSD´ê û hukûmeta Sûriyê. Xwedêgiravî beyanên aştiyê, aramiyê dan. Bi vê qetlîama xwe nîşan da tiştên gotin giş vir bûne, den ji kuştina kurdan bernedane.

Hukûmeta Kurdistana Rojava li hemberî vê komkujiya Tirkiyê dibê bêdeng nemîne ji Neteweyên Yekbûyî û civata navnetewî daxwaza lêpirsînê bike.

HSD´ê di daxuyaniya xwe da navên kesên hatine kuştin eşkere kirin:

"Ahîn Osman Ebdo
Dîjle Osman Ebdo
Dilovan Osman Ebdo
Yaser Osman Ebdo
Ezîze Osman Ebdo
Salîha Osman Ebdo
Avesta Osman Ebdo
Osman Berkel Ebdo (bav)
Xezal Osman Ebdo (dayîk)
Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar in.

Barbar dev ji barbariya xwe bernadin. Kuştina sivîlan, zarokan sûcekî mezin e û ji bo Tirkiyê jî rûreşî ye.

Bi vê qetlîama malbetekê serokên Tirkiyê şerefek qezenc nekirin, bûn berpirsiyarê vê qetlîamê.

Hukûmeta Kurdistana Rojava, PYD, HSD, ENKS dibê li hemberî vê komkujiya Tirkiyê dibê bêdeng nemîne ji Neteweyên Yekbûyî û civata navnetewî daxwaza lêpirsînê bike.
Tiştê Tirkiyê kiriye him sûcê şer e, him jî sûcekî li dijî xelkê sivîl e. Qetlîameke irqçî ye. Ji ber ku kurd in Tirkiye em qetlîam kir.

XXX

Extîyarî(kalîtî, pîrîtî) ne sipîbûna por e, ne qembûrbûna, xûzbûna piştê ye, ne qerçimên eniyê ye, ne jî kêmbûna ronîya çavan e.

Her kesê merem û armanca wî nemîne û hêvîya wî/wê wek çirayekê vemre extîyar e; kal e, pîr e, kokim e, komek hestî ye.

Em kurd nabe bêhêvî bin, rewşa me çiqasî xerab be jî, ku were ye, gerek hêvîya dilê me venemire, baweriya me ya bi azadiyê, avabûna Kurdistanê kêm û jar nebe.

Gelşa me ya herî mezin bi dewlet û hukûmeta Tirkiyê ra ye. Belayeke mezin e, lê emê rojekê qey jê xelas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar