Di Facebookê da ez rastî malpera(sîteya) Çolemêrgê hatim û
min jê ra nameyek bi Kurdî nivîsî.
Min di wê nama xwe da berpirsiyarê malperê ji bo vê xebata wî ya hêja pîroz
kiribû û ji bo ku malper tenê bi Tirkî ye hin rexne lê girtibûn.
Min gotibû heger malper ya Çolemêrgê (Hekarî)ye lema jî divê ew bi Kurdî be.
Îro, dema min dîsa li malperê nêrî, min dît yekî faşîst bi
îmza "anonîm" ji nivîsa min gelkî aciz bûye, li hember min bêedebî
kiriye, gotiye "bêşeref" û ji berpirsiyarê malperê ra jî gotiye tu
çima nivîsên bi Kurdî diweşînî?
Xwediyê nivîsê navê xwe bi dizî girtiye, nivîs bi îmza "anonîm" şandiye û gotiye "li Tirkiyê şoreşa herî mezin faşîzm e".
Ev jî nîşan dide ku ev kes merivekî nexweş û bêşexsîyet e.
Heger hinkî şexsiyeta wî hebûya wî yê bi navê xwe yê rastîn
binivîsîya ji bo ku her kesî ew û dijminatiya wî ya li hember Kurdan bi çavên
serên xwe bidîta.
Ev kesê nexweş û bêşexsiyet bi hawakî eşkere
"faşîzmê"diparêze, dibêje xelasiya Tirkiyê di "faşîzmê"da
ye.
Merivikî normal û ne nexweş di vê sedsala bîstûyekê da nabêje xelasiya Tirkiyê
di faşîzmê da ye.
Faşîzim îdeolojiyeke li dijî demokrasiyê û însaniyetê ye, li her derê dinya
medenî yasax e û parastina wê sûc e.
Lê bêdeb û tirsonekê êrîşî min kiriye vê îdeolijiya li dijî
însaniyetê bi hawakî eşkere diparêze. Ev jî îspat dike ew merivekî nexweş e.
Dîsa vî bêdebî di nivîsa xwe da ji min ra gotiye "bêşerf".
Diyar e ew ne tenê bêedeb û tirsonek e, her wisa merivekî
BÊŞEREF e jî!
Heger şerefa wî hebûya û hinekî jî li ber xwe keta ji min ra
nedigot "bêşerf."
Çimkî yê ji diya xwe hez bike ji diya xelkê ra xeberan nade,
yê li ber şerefa xwe keve û qedir bide şerefa xwe ji xelkê ra nabêje bêşeref.
Baş e, gelo hewqas êrîş û hêrs ji bo çi?
Ji ber ku min çend rêz bi Kurdî nivîsandine "faşîstê
tirsonek" pir tûre bûye, dinya wî hilweşiyaye, bi berpirsiyarê malperê da
xeyidîye, gotiye tu çima destûrê didî nivîsa bi Kurdî?
Ew dixwaze hemû Kurd bibin Tirk û bi Tirkî bipeyivin.
Ew faşîstekî hewqas prîmîtîv e nikane tehamulî hebûna min
bike, dixwze zimanê diya min li min qedexe bike.
Berî her tiştî ez ne Tirk im û ne mecbûr im bi Tirkî
binivîsim.
Ya din jî malper, malpera bajarekî Kurda ye û hemû Kurd jî
bi Tirkî nizanin. Kane ne tenê bi Kurdî, bi gelek zimanên din jî were nivîsîn.
Yên jê fêm dikin ewê bixwînin, yên jê fêm nekin jî ewê nexwînin.
"Faşîstê bênav", di dereke nivîsa xwe da gotiye " çend Kurd bi
hawakî samîmî dikanin bibêjin ez naxwazin Kurdistan çê bibe û ez ji Tirikiyê
hez dikim?"
Ez fêm nakim ji bo çi Kurd ewê bibêjin "em naxazin Kurdistan çê
bibe.?"
Ma çima Kurd dîn û kêmaqil in?
Baş e, vê pirsê ez jî ji te û ji hemû faşêstên wek te dikim:
-Hûn çima naxwazin Kurdistan çê bibe û Kurd jî wek hemû miletên dinyayê bibin
xwdî dewlet?
Ma axa Iraqê, Îranê û Sîriyê jî ya Tirkiyê ye? Li van welatan jî Tirkiye
naxwaze Kurd mafekî netewî bidest xin.
Gelo ji bo çi?
Ma Kurdan çi bi we kiriye?
Ji alî xwe da ez bersîvê bidim, wek Kurdekî helbet ez dixwazim Kurdistan rizgar
bibe û Kurd jî wek her miletî bibin xwedî dewlet.
Lê ji bo tiştekî weha tu sebeb tuneye ez, ya jî Kurd bibin
dijminê Tirkiyê.
Ji xwe Kurd îro jî ne dijminê Tirkiyê ne, tenê ev
paranoyiyeke kemalîst û faşîstên Tirkan e. Em Kurd mafên xwe yên herî
demokratîk û herî însanî dixwazin, em azadiya ziman û nasnameya xwe dixwazin.
Em dixwazin wek Kurd bijîn, çimkî em ji diya xwe Kurd hatine
dinyê.
Divê Tirk viya fêm bikin.
Çawa ku yekî Tirk ne Yûnan e, ne Ereb e, her wisa em jî ne
Tirk in, em Kurd in û emê Kurd bimînin.
Tiştekî din yê herî balkêş, "faşîstê min yê bênav" ne tenê li Tirkiyê
li dijî Kurda ye, ew naxwaze li Iraqê jî Kurd bibin xwedî dewlet û ji bin zulma
Saddam rizgar bibin.
Bi rastî ev bûyereke klînîk e, kesên weha difikirin divê
herin ser psîkyatiran tedawî bibin.
Ji xwe yê Tirkiye xiztiye vê rewşa malkambax jî ev siyaset û
ev tirsa, paranoyiya ji dewleta Kurd e.
Bi vê siyasetê Tirkiyê mala xwe şewitandiye, ji Kurdan bêtir zirar dîtiye û hîn
jî dibîne.
Divê serok û rêberên milet û dewleta Tirk dev ji vê siyaseta li dijî Kurdan
berdin û hinekî realîst bin, siyaseteke weha ewê li kara be. Nexwe miletê Tirk
ewê hîn pir perîşan bibe.
Zinarê Xamo
2002-11-23
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar