16 mars 2025

Ez nizanim çima em tim di nîvê rê da dilikum in?

Em miletekî pir bêşans in. Di her warî da ji me ra xerab hatiye.

Em tim di nîvî rê da dilikum in û ji hedefa xwe ya azadî û serxwebûnê dûr dikevin.
Carnan ji ber xurtiya dijmin e, em nikanin bigihîjin armanc û mexseda xwe, carnan jî ji ber nezanî, xayinî û bêtifaqiya me ye.

Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me giş bûne bela serê me.

Fêda yekê jî negihîştiye me. Hemû jî bûne sebebên bindestiya me, qetla me.

Ne rengê me, ne dînê me, ne coxrafya me, ne qewmîyeta me yek jî neyarên me kêm nake, yek jî benê di hustuê me da sist nake...

Ev ne bes e, di ser da serok û rêberên me jî ne tu serok û rêber in, ji xelkê ra masîgir in, ji miletê xwe ra kûsîgir in.

A ev jî bêşansiya me kurda ye...

XXX

Ji bo ku em welatê xwe rizgar bikin, li welatê xwe azad û serbixwe bijîn me him bedelekî pir mezin daye, him jî wext û zemanekî pir paye.

Piştî hewqas canfîdayî û bedelên pir giran û 300 sal payin, dem hatiye em jî êdî bibin xwedîyê Kurdistana li ber dilê me pir şîrîn.

Tiştê kêm tifaqa me ye, ev daxwaza fîlozofê mezin Ehmedê Xanî ye, me ew hîn bicî neanî ye:

"Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêk ra bikira me înqiyadek

Rûm û ereb û ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî"

XXX

Alîkarê Erdogan û berdevkê AKP´ê Omer Çelîk baş çirandiye, gotiye:

”Berê jî me gelek caran got, Yekîtiya Ewrûpayê heger dixwaze bibe hêzeke global riya vê ji danîna têlkiliyên baş ên bi Tirkiyê ra derbas dibe. Çi heyf ev yek di wextê da fêm nekirin.”

Berde binê te erd e.

Tirkiye bi aboriya xwe, bi teknîka xwe, bi çi yê xwe ji 27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê xurttir e ?

Law miletê we ji birçîna dimre.

Welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku rê li ber koçberên we bigirin sînorên xwe têl kirine, bi hezaran leşker danaîne ser sînorên xwe.

Fortên vala belaş in. Hal û karê we leqleqa vala ye.

 XXX

Îro 37 saliya Jenosîda Helebçeyê ye. 37 sal berê di roja 16´ê adarê da balafirên Îraqê jahr bi ser bajarê Helebçeyê da barandin, herî kêm 5 hezar însan, çûk û mezin kuştin, bi hezaran jî seqet kirin.

Jenosîda Helebçeyê di tarîxa miletê me da rojeke reş û pir xembar e, roja felaketeke netewî ye.

Di 35 saliya qetlîama Helebçeyê da hemû şehîdên Helebçeyê bi hurmet bibîr tînim, serê xwe li ber hemû şehîdan ditewînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar