Wê rojê em çend heval mîvanê hevalekî bûn. Di nava sohbeta me da dor hat ser em li halê hev, li siheta hev jî bipirsin, hela ka bi kê ra çi nexweşî heye, kî çi dermanî dixwe?
Her kesî dest pê kir navê nexweşiya xwe û dermanên dixwe rêz kir.
Dor hat ser min. Gotin, rewşa te çi ye, tu nexweşî bi te ra heye, tune ye ?
Min min got wele ne nexweşiyeke min heye, ne jî ez tu dermanî dixum.
Gotina wan ket serê min. Ez ketim taswasê. Min got wele rast dibêjin, belkî hin nexweşî bi min ra hene lê ez nizanim.
Roja din min telefonî nevenda
tendurustiyê kir, ji bo herim ser tuxtor min wext veqetand. Şansê min hebû, hemşîreyê
wextek zû da min. Jixwe min jî tirsa dilê xwe mezin kir.
Çend roj berê ez çûm ser tuxtor.
Tuxtor got, ” gazina te ji çi heye, nexweşiya te çi ye?”
Min got, wele tu nexweşiyeke min a ez zannibim tune ye, ez tu dermanî jî naxwum.
Lê ez ditirsim dîyabet, şekir û belkî hin xweşiyên din jî bi min ra hebin, ez
nizanim. Ez dixwazim miayene bibim û hûn hin prûvan ji min bigrin û lê binêrin.
Min jê ra qala gotinên hevalên xwe jî kir. Min got piştî wê sohbeta me,
endîşeyek bi min ra çêbûye, ez dixwazim ji vê endîşeyê xelas bibim.
Tuxtor kenîya. Roja din xwîn û îdrar ji min girtin, gotin
emê analîz bikin û xeberê bidin te.
Do netîceya analîzan hat. Dibêje, ne çûk, ne mezin, tu nexweşî bi min ra
tuneye. Li gorî tiştê tuxtor nivîsîye, şopa dîabetê, şekir, dil û tu
nexweşiyeke din bi min ra tune ye, ez sipîsaxlem mim...
Kêfa min hat, min rapora tuxtor ji xanimê ra xwend, kêfa wê jî hat.
Heval dibêjin ev saxlemiya te bi xêra meşa tu her roj dikî.
Ez û xanim her roj herî
kêm li dora 7-8 km dimeşin.Tuxtor jî got meş pir baş e, dom bike. Ez jî dom
dikim.
Ê madem meş rê li ber nexweşiyan digire û min motajî dermanan nake, ezê jî her
roj bimeşim. Hela em binêrin ewê heta ku derê here…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar