15 mars 2025

Extîyarî carnan kenê meriv bi meriv tîne


Kalîtî(extîyarî)meriv bêhiş dike. Carnan tizbiya min di destê min da ye û ez lê digerim.

Koleksîyoneke min a tizbîyan heye. Ez bi berhev diguherim, çendakî carê yekê digrim destê xwe.

Dema ez li telewîzyonê temaşe dikim ez tizbiyê dikşînim.
Îro tizbîya min a sedef di destê min da bû, lê ji nişka ve beta bû, erd qelişî û tê da wenda bû.
Ez vir da, wê da lê gerîyam min nedît. Teseliya min jê ket, min dev ji gerrê berda.

Gava ez rûdinim ez zenda îşligê xwe bi berva dikim. Tizbiya min ketibû ber zenda îşlig. Ez bi xanimê ra dipeyivîm, min destê xwe bilind kir, tizbîya min bi ber çavê min ket.

Extîyarî meriv bêaqil nake, lê carnan hiş di serê meriv da nahêle, meriv li tizbiya di zenda xwe da digere.
Lê serpêhatiyeke xweş bû, ez û xanim têr kenîyan. 
Ez ji vê tizbiya xwe ya sedef pir hez dikim, xweş pê va kirine, xweş tê kişandin. 
Meriv him li telewîzyona xwe temaşe bike, him jî tizbîya xwe bikşîne xêra Xwedê ye, zewqekê dide min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE