15 mars 2025

Cahniya xam û tirk

Cahniya xam destpêkê nahêle kes lê siwar bibe, henşerî ye, nayê zeftê, radibe pêdarê, dide tîzik û lotikan, nahêle siwar bi teqalê keve.

Siwarê jêhatî xwe çindî ser piştê dike û dajo…

Cahnîya xam û serhişk çiqasî xwe vir da, wê da li ba dike, hol dike, li ber xwe dide jî nikane siwêr ji ser pişta xwe bavêje erdê.

Dawiya dawî diweste, tê rê, terbîye dibe û siwarê xwe qebûl dike. Tirk dişibin cahniyeke xam.

Tirk destpêkê wek cahniyeka xam in, gava navê kurdan û Kurdistanê dibihîzin dîn dibin, didin tîzik û lotikan. Delodînî dibin, serên xwe li dîwaran dixin.

Kî qala mafê kurdan, azadiya kurdan bike ji hêrsa dîn dibin, tavilê mohra terorîstiyê lêdixin, bi salan di zindanan da seqet dikin.

Naxwazin kes qala mafên kurdan ên netewî bike. Lê dûra, wek cahniya xam hêdî hêdî nerm dibin, bi şermokî tên rê.

Tim wiha kirine, li Sûriyê û Kurdistana Rojava jî wiha dikin. Ji îdareya kurdan ra dibêjin ”korîdora terorê”, dibêjin em vê îdareya kurdan qebûl nakin, emê xera bikin.

Li Kurdistana Başûr jî wer kirin. Dûra hatin ber ben. Li Sûriyê jî wê îşaretê didin. Hîn tam nehatine ber ben, hîn tam teslîm nebûne, lê ew bibin. Dawiya dawî ewê hukûmeta Kurdistana Rojava jî wek ya Başûr qebûl bikin. Hindik maye.

XXX

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotiye, ”Me ji rêveberiya Sûriyê ra pêşniyar kir dibê mafên kurdan were dayin. Ev yek him ji bo serokkomarê me, him jî ji bo Tirkiyê gelkî girîng e.”

Wey agirekî gurr bi mala virekan keve lavo.

Dinya jî xera bibibe tu ji rêveberiya Sûriyê ra nabêjî mafên kurd bidin.

Tiştê te gotiye dereweke bi boçik e. Hûn mafekî herî biçûk nadin kurdan.

Hûn nahêlin parlamenterên kurd di meclîsa we da du gotinan bi kurdî bipeyivin.

Hûn perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nakin.

Hûn ala kurdî, navê Kurdistanê qedexe dikin.

Li Tirkiyê kes nikane ala kurdî bike profîla xwe, ya jî parve bike.

Wezîrê dewleteke wiha ewê ji serokê Sûriyê ra bibêje mafên kurdan bidin.

Zarok jî ji vê derewa te bawer nake.

Çima hûn nadin?

Ehmed el Şara ewê ji te ra bibêje, mafên hûn dixwazin em bidin kurdan, çima hûn nadin wan?

Hakan Fîdan, tiştê te gotiye dereweke patolojîk e.Hûn bûne mîtoman haya we ji we tune ye.

Kurd ji vê derewa we bawer nakin, tenê dibêjin agir bi mala virekan keve!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE