14 mars 2025

Tirkan destûreke wek ya xwe ji Sûriyê ra çêkirine

Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî mafekî netewî tirk qefle bi qefle diherin Şamê û tên, zextê didin ser Ehmed el Şara, dibêjin gerek hûn destûreke kurdan wek milet nas nake û tu mafekî netewî, kollektîfî nade wan çêkin.

Û wan jî destûreke tam li gorî dilê tirkan çêkirine. Bi baweriya min destûra "komîteyê" amade kiriye ji alî tirkan va hatiye çêkirin û dane destê wan.

Destûra demkî ya hatiye amadekirin û teslîmî Ehmed el Şara bûye ji destûra dema Beşar Esed xerabtir e, ne baştir e.

Ne mimkûn e kurd û miletên din destûreke îslamî, tu mafî nade wan, hewqasî irqçî, faşîst qebûl bikin.

Destûr, Sûriyê dike dewleteke îslamî, merkezî û ya erebên sunî. Tu mafî nade kurdan û gurpbên etnîkî, dînî.

Yanî meriv kane bibêje tirkan destûreke wek ya Tirkiyê ji Sûriyê ra çêkirine.
Çimkî Tirkiye dixwaze li Sûriyê destûreke hebûna kurdan, miletên cuda qebûl nake were qebûlkirin.
Bi qasî meriv ji beyanîn serok û birêvebirên Tirkiyê fêm dike ewê nehêlin li Sûriyê qanûneke esasî ya demokratîk çêbibe.
Qanûneke kurdan û hemû miletên din qebûl dike û mafên wan nas dike.
Ji bo ku kurd nebin xwediyê mafekî netewî tirk ewê nehêlin li Sûriyê xelk li hev bike; ev yek jî ewê bibe sebebê şerekî nuh.
Şerekî nuh ewê Sûriyê ji perçe perçeyî bike, belkî jî nemîne.
Tirk viya dixwazin, çimkî çavên wan li girtina çend bajarên Sûriyê û dagirkirina tevahiya Kurdidistan Rojava ye. Lê hesabê wan şaş e, ewê wek ew hesab dikin nebe.
Feqet neyartiya kurdan çavên wan qarixî kiriye, ew îrrasyonel hereket dikin. Heta derbeke mezin nexun ewê dev ji neyartiya kurdan bernedin.

XXX

Tiştekî pir ecêb e, meriv nikane ji çavên xwe, ji guhên xwe bawer bike.

Levent Gultekînê kurd jî li dijî peymana di nabêna HSD´ê û serokê Sûriyê Ehmed el Şara da îmze bû îsyan kiriye. Porê xwe rûçikandiye, xwe çirandiye. Gotiye li Sûriyê jî Kurdistan çêbû, ev peyman qebûlkirina federasyonê ye, mala Tirkiyê şewitî.

Levent Gultekîn ne wek kurdekî, wek neyarekî har, wek keftarekî devbixwîn êrîşî peymanê dike, bi rengekî mişt kîn û nefret neyartiya kurdan dike.

Min zanîbû ev mêrik zilamê dewleta tirk e, bêşexsîyetekî xwefiroş e. Min çend caran li ser nivîsî jî. Lê min nizanîbû di vê dereceyê da neyarekî qewmê xwe ye.

Însanek çawa kane hewqasî eşkere bibe neyarê qewmê xwe motajî lêkolînê ye. Gerrek psîkîyatir, psîkolog li ser vî cahşê, vî xwefiroşê bêemsal lêkolînê bikin.

Axaftina wî bi tirkî ye min parve nekir.

XXX

Li Kurdistana Rojava kurdan serxwebûna xwe îlan nekirine, federasyon, otonomî bi ereban nedane qebûlkirin.

Lî dîsa jî agir ketiye tirkan.

Ez medyaya tirk taqîb nakim, ji hin parvekirinên kurdan dibihîzim agir û nişadir ketiye wan; dikn dîn bibin.

Ji ber ku Ehmed Şara bi Mezlûm Ebdî ra peymanek îmze kiriye har bûne.

Di peymanê da kurdan tiştekî konkret bi dest nexistine, lê dîsa jî fena ku kurdan çavên wan derxistibe bi wan zor tê, singek di wan ve kiribe qareqare wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE