14 mars 2025

Camêr zimanê min kiriye gêrmiya gavana


Çend meh berê ji Kurdistana Rojhilat xortekî bi navê Akam Cîhangîrî li ser navê kovara Vejînê bi min ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvîn di jimara 15´a da hat weşandin.

Armîn Temerzadeyê hêja di platforma X´ê da ew parve kir. Camêrekî bi navê Balyozxane jî hevpeyvîn transikrîbeyî herfên latînî kir.
Min bala xwe da latîniya hevpeyvînê, ez matmayî mam. Min nikanîbû biqedanda. 

Camêr zimanê min hewqasî guhertiye, ez xistime dewsa cahilekî, nezanekî zimannezan, zimanê min ji kok da guhertiye, kiriye zimanê xwe.

Çawa, bi çi aqilî, bi çi heqî meriv kana zimanê nivîskarekî bi vî rengî, di vê dereceyê da biguherîne min fêm nekir.
Kanîbûn neweşandina, lê guherandineke di vê dereceyê da nayê qebûlkirin.
Ez pir û pir xemgîn bûm. Ez vê nivîsê dinivîsînim ji bo ku her kes bizanibe gelek gotinên hevpeyvînê, tewanga wê, sentaksa wê ne yên min in.
Hevpeyvîn ji axaftina min, ji gotinên min bi kar anîne, ji hevoksaziya min pir dûr ketiye.

Akam Cîhangîrî ne gotinek, du gotin tenê guherîye, zimanê min kiriye zimanê xwe. Gotin, tewang sentaks guhertiye, navê Kurdistanê derxistiye. 

Li dera min gotiye "Kurdistana Bakur", wî kiriye Bakur.
Ez matmayî mam. Hevpeyvîn ji zimanê min derxistiye, kiriye tiştekî ez nikanim bawer bikim hevpeyvîn ya min e.

Min zanîbûya ewê wiha bike min hevpeyvîn qebûl nedikir. Ji bo min bû serpêhatî û tecrûbeyeke baş.

XXX

Yekemîn blogerî kurd:

Blogerîya kurdî ya nû wekî kêrekê ye

Akam cîhangîrî

Zinarê Xamo, ji dayikbûyê sala 1950ê, li bajarê Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê hatiye li ser rûyê dinyayê. Wî heta 30 salîya xwe li wê derê jiyaye û xebata xwe ya siyasî di partîya D. Şivanî de destpê kiriye û paşê koçberî welatê Swêdê bûye û ew 36 sal in ku li wir dijî. Ji wî heta niha 4 pirtûkên kurdî bi navên "Hindik-Rindik", "Stirîyên me", "Hebû Tune Bû" û "Rojnivîskên Sirgûnekî" hatine çapkirin û weşandin. Her viha Xamoyî romana navdar ya Susanna Tamaro jî bi navê "Bide dû dilê xwe" bi kurdî wergerandiye.

Ji ber ku Zinarê Xamo bi "Yekemîn blogerê kurdî" tê naskirin, min ligel wî li ser blogerîya kurdî û mijarên girêdayî wê hevpeyvînek pêk aniye ku hûnê li jêr bixwînin.

Hizra blogerîyê ji kuderê hat û gelo bi rastî hûn yekemîn blogerî kurd in?

Salên 80ê li Swêdê rojnameya Armanc hebû, ez li wir dixebitîm, paşê malpera wê derket û min li wir jî dinivîsî. Hinek hevalan gotin viha binivîse, vê jê derxe, zêde bike, kêm bike û viha bike û... Bi min ne xweş bû. Yanî desttêvedana hizr û azadîya min dikirin û min dest ji wan kişand. Di rojnameyeke swêdî de min xwand ku di sê deqeyan de tu dikarî blogekê çêbikî û min hewl da yekê ji bo xwe çêbikim. Helbet min nekarî di nava sê deqeyan de çêbikim û li dawîyê hevalekî got ezê ji bo te çêbikim û bi nav û wêneya min çêkir û şand. Ew tişt li sala 2007ê qewimî. Yanî 17 sal berîya niha min dest bi nivîsandinê kir. Ez blogerê kurmancî yê destpêkê me. Îcar bi soranî berî min kesek heye yan na ez nizanim. Tişta girîngtir ev e ku ez  aktîv im. Yanî hinek kesan çêkirin û li salekê nivîsekê yan duyan lê bar dikin, yan jî mehê carekê û... lê ya min ne wesa ye.

Navê bloga we çî ye û we heta niha çend nivîs li ser wê belav kirine?

Navê bloga min "Hindik-Rindik" e û berî ku ez bi we re biaxivim, min mêzeyî bloga xwe kir, 9 hezar û 561 gotar heta niha min nivîsandine. Ez eger ne rêwî û nexweşekî giran bim, her roj ez nivîsekê di bloga xwe de dinivîsim. Eger şopînerên min her roj serdana bloga min bikin wê bibîne ku birojbûye. Her viha eger ez nekarim binivîsim ez eleqedarên xwe bi nivîseke kurt agahdar dikim.

Mijarên ku hûn zêde li ser dinivîsin çi ne?

Ji ber ku ez ji siyasetê hatime, nivîsên min li ser siyasetê zêde ne. Lê di nivîsên min de ji bilî rexneyên siyasî, rexneyên wêjeyî û pêkenok jî hene. Wekî din mijarên li ser edebiyatê, civakê û ziman. Ez gelekî girîngîyê didim zimên û nivîsandin bi zimanê xwe. Ev 17 sal in di bloga Hindik-Rindik û rûperên min yên di tevnên civakî de min yek rêz bi tirkî nenivîsandiye. Û min nehiştiye kesek komênt yan şiroveyekê bi zimanên biyanî binivîse. Nivîsên min gişt bi kurmancî ne û her tiştî girêdayî wan divê bi kurmancî yan soranî yan zazakî û... bin û zimanekî din li ba min qedexe ye. Yanî ne girîng e kîjan devok be, tenê bi kurdî be bes e. Bi bawerîya min, mirov di her warî de berdewamî hebe, mirov destkevtekê bi dest tîne. Kurdên Bakur bêtir asimîle bûne. Yanî serdestîya tirkî li ba me pir pêş ketiye. Lema min hewl da bi çu kesî re bi tirkî neaxivim, bi tirkî nenivîsim û nahêlim çu kes jî bi tirkî bersiva min bide. Her çend ew bû sedem hinek heval û nasên min ji min dûr ketin. Lê bi hezaran kesan ji bo min nivîsîn ku bi ked û xêra te em fêrî nivîsandina kurdî bûn. Her viha ji bo mînak kesek bi tirkî jî binivîsîne ez jê re dikim kurdî û dibêjim viha bi kurdî binivîse.

Gelo we karîgerîya xwe li ser tak û civaka kurdî dîtiye?

Îsal piştî 10 salan ez û hevjîna xwe çûne Kurdistanê û em li gelek bajaran geriyan. Weşanxaneya Pol ku pirtûka min ya herî dawîyê ya bi navê Rojnivîskên Sirgûnekî çap kiribû li Amedê, li Wanê û li Mêrdînê pêşandana pirtûka min lidarxistin û civîn çêkirin. Gelek kesan beşdarî kirin û her viha dema ez li kolanên wan bajaran digeriyam gelek ciwan ez nas dikirim û dihatin daxwaza wêne girtina bi hev re li min dikirin. Di wan civînan û gera xwe de min dît ku keda min xwerayî neçûye û min karîgerî li xortan û civakê kiriye. Wekî din li platforma Twitterê(X) nêzî 10 hezar şopînerên min hene. Bandora min belku ne mezin be, bes ne hindik e jî. Em berê viha asimîle nebûbûn. Dewleta tirk di nava 40-50 salî de kurd perîşan kirin û guhertin. Dijmin çawa bi xebat û domandin û zora xwe zimanê tirkî kirin devê kurdan de, em jî dikarin berovajî wê bikin. Mirov divê bêhêvî nebe, ev kar pêkan e.

Nêrîna we li ser mirovên kurd ên bloger çî ye?

Nêrîna min ya bingehîn ev e ku kurd bi giştî hev bigirin û ez wan wek bira û hevalên xwe dibînim. Helbet ji bilî yên hevalê dijmin. Dîndar be, komonîst be, çep be, rast be, ne girîng e eger kurdistanî û neteweyî be. Her viha ez pesna her xebatên wan yên baş didim. Çi takekes be û çi jî bi partî be. Eger tiştekî baş gotibin ez li ser bloga xwe belav dikim. Çimkî kurd divê viha bin û bi giştî em bindest in û divê em ji vê girtîgehê rizgar bibin. Cudahîyên me ne pirsgirêk in ji bo me, belku ya pirsgirêk, hevnegirtina me ye. Bi her awayî, çi bi eşkere û çi bi dizî ve divê em bi hemû cihêrengîya xwe pişta hevdu bigrin.

Hûn bandora blogerîya kurdî li ser zarokan çawa dinirxînin?

Zarok paşeroja neteweyekê ne. Eger em îro bi hev re bi kurdî diaxivin, ew ji ber keda dayik û bavê me bûye ku çand û zimanê kurdî hînî me kirine. Cudahîya me û neteweyên din ziman e. Divê em vî zimanî fêrî zarokên xwe bikin. Ev jî bi propagandaya siyasî nabe. Yanî ji destpêkê kal û pîrên me ji me re çîrok yan xemîşok digotin. Ev kultura neteweyekê ye. Li xezîneyekê bifikire ku mirov tiştên giranbiha lê zêde ke, zarok viha ne. Xeyal û asoya neteweyekê bi zarokan berfireh dibe. Zarok bi fêlbazîya rûvî, mêranîya şêr û zimanê ajelan bi giştî şêwaza jiyanê fêr dibin. Mebest li vir vegotina çîrokan bi rêya blogerîyê ye. Ji alîyê civakî ve jî tu nikarî termînolojîya siyasî bi zarokan bidî fêrkirin. Bi vî rengî tu ziman jî bi wan didî fêrkirin.

Li Ewropa ev tişt pir girîng e. Di warê muzîkê de, muzîka zarokan heye, çîrokên ajelan ji bo wan dirêsin û ... divê kurd giranîyê bidin vê. Mixabin li Bakur ev beş pir lawaz e û me xemsarî kiribû. Di van salên dawîyê de hinek hinek weşanxaneyên me hewl didin pirtûkên zarokan çap bikin, bes hêşta destpêk e. Di tevnên civakî de jî divê programên zarokan bên çêkirin da ku zarokên me lê guhdarî bikin û fêrî zimanê xwe bibin.

Zinarê Xamo wekî bloger çiqas bi xwe bûye û xwe sansûr nekiriye?

Mirov dikare her tiştî li her derê nebêje. Yan jî mirov dikare hinek tiştan bi awayekî din bibêje. Wek mînak rexneyekê mirov dikare bi gotinên maqûl û termînolojêyeke baş jî bibêje ku gelek caran kurd dikin bi heqaret û gotinên giran û tehl. Ez van çu carî di warê siyasetê de bi kar nayînim û heta ji min tê, ez ne hevalê şaşitîyê û xeta xerab im. Her kesek karekî şaş bike eger serok be jî ez nerazîbûna xwe nîşan didim û dibêjim ez ne hevalê van siyaseta me û bi tundî rexne dikim. Ez ne murîdê çu hêz û partîyekê me. Lema bi qasî hezkirîyên me, eger nebêjim dijmin, dilnexwazên me jî pir in. Belku ji hezkirîyên min jî zêdetir bin. Kurdan eger karên baş kiribin, min pesna wan daye û berovajî wê jî. Lema ez dikarim bibêjim ez xwe sansûr nakim û tiştên ku jê bawer dikim, dibêjim.

Nêrîna we wekî blogerekî li ser jinên kurd çî ne?

Bi bawerîya min, jin weke nîveke civakê divê negirêdayî û nezîndanî be û teqez divê azad be. Jinên kurd wek mêrên kurd divê serbixwe, xwedî fikr, beşdarî xebata siyasî û giştî bin. Divê em pêşengîya vî karî bikin. Heta ji min hatiye di nivîsên xwe de ez giranîyê didim vî warî jî. Şopînerên min ji mêr û zilaman bêtir, jin û keçik in. Her viha ku yên dîndar û lîberal û çep û... jî hene. Jixwe li dîrokî jî, mîsyonerên ewropayî li sedsalên 16, 17, 18ê çaxê serdana Kurdistanê kirin dîtin û amaje kirin ku jinên kurd li civakê di warê zayendî de li gorî cîranên xwe çiqas pêşketîtir in. Heta ku jin azad nebe, rizgarîya me jî dijwar e. Li ewropayê em bi xebat û beşdarîya wan ya siyasî serbilind û ji ber vê yekê em gelekî bi nav û deng in jî.

Gelo we qet hizra avakirina tevgerekê bi rêya bologerîyê kiriye?

Tevî ku min siyaset kiriye, ez tê gihîştim ku ez nikarim siyasetê bikim. Çimkî di siyasetê de divê tu oportonîst bî jî. Ji ber ku min nikaribû xwe sansûr bikira û oportonîst û mûrîd bama, min dev ji siyaseta rêxistinî berda. Lê xebata ez dikim siyasî ye. Di nivîsên xwe de ez hewl didim kurd çi di warê siyasî û çi wêjeyî de pêş bikeve û nebin nivîser û hunermend û hwd. yên biyanîyan. Yanî divê em ji nasnameya xwe xwedî derkevin. Gelek kesan ji min re peyam şandin û gotin eger tu nebayî min blog çênedikir û tu bûyî sebeb ku bikevim vê rêyê. Mînak, hinek kesan tirkî dixebitîn, min peyamên wan yên bi tirkî dikirin bi kurdî û ji bo wan dişand û min digote wan tirkî jê bibin û di nivîsandina kurdî de ez ê arîkarîya we bikim. Û ev encam hebû. Mîna tu darekê biçînî û belku mêweya xwe zû yan dereng bide, lê ya rast ev e ku berhem dide. Xebata min viha bûye û encam hebûye. Hinek bûne siyasî, lê siyasetmedarekî kurd jê derketiye. Hinek bûne wêjevanên kurd, hinek bûne blogerên kurd û hwd.

Hûn rewşa blogerîyê li Bakur çawa dibînin?

Blogerî 20 sal berê li destpêka xwe pir navdar bû. Wekî rojnivîskekê bû li ser lênûskeke dîjîtal ku tu çi bixwazî bêsansûr dinivîsî. Li destpêkê di nava kurdan de jî navdar bû. Lê vê dawîyê ku tevnên civakî yên wekî Tîktok û Snap û Instagram û... derketin, navendbûna blogê ket. Ji ber ku li ser yên nû dikarin vîdeo belav bikin, hevdu bibînin û hwd. Lema rêjeya bikaranîna blogerîyê daket û ez bawer im li Bakur nîne û miriye. Bes min hêşta dev jê bernedaye û aktîv im. Li Bakur ji ber ku guhdarîkirin xweştir û hêsantir e bêtir ber bi tevnên civakî yên nû ve çûne. Ez li vir jî şerekî bi wan re dikim ku vîdeoyan bi tirkî çênekin û bila bi kurdî bên çêkirin. Çimkî li Bakur yên bi tirkî ji yên bi kurdî zêdetir in.

Nêrîna we li ser blogerîya kurdî bi rêya tevnên civakî yên nû çî ne?

Tevnên civakî yên nû bi min pêşketineke pir baş in. Bi taybet ji bo me yê kurd pir baştir e. Niha ku tu li Ûrmiyeyê û ez li Stokholmê me, eger ev îmkan tinebe me nedikarî bi hev re biaxivin. Ez van platforman wekî kêrekê dibînim ku tu dikarî pê karekî baş bikî her vekî ku tu dikarî pê mirovan jî bikujî. Emê kurd dikarin vê derfeta pir girîng ji bo nasandina hevdu, ji bo pêşxistina zimanê kurdî, ji bo fêrbûna dîroka xwe bi kar bînin. Ji ber ku pir girîng e bizanî çi hatiye ser te û bav û kalên te û wan ji bo zarokên xwe vegêrî, lema pir girîng e. Bi van îmkanan em dikarin hevdu perwerde û şiyar bikin û zanînê û zanistê belav bikin. Tevî ku ez nikarim vî karî bikim bes vîdeoyên ku bala min dikşînin ez li blog û malperên xwe parve dikim.

Wekî pirsa dawîyê, gelo hûn paşeroja kurdan geş dibînin?

Ez mirovekî geşbîn im û naxwazim bêhêvî û reşbîn bim. Mercên îro, erdnîgarîya em tê de dijîn ku dora me tijî gur in, ez bi tirs im ku dê li paşerojê çi bibe, lê sûprîzên dinyayê jî pir in. Kurd jî ne kurdên berê ne, bi hêz in, zana ne, lema ez hêvîdar im ku rewşa me baştir bibe. Me pir hevdu êşandin. Yanî me di warê siyasî, dînî, bîrdozîyan û... hevdu dabeş dikir û me bi hev re pevçûn û şer kir. Divê ciwanên me nekevin vê şaştîyê. Cudahîyan bidin alîyekî û dikarin hevalê hev bin û armancên hevbeş bixin pêş xwe dijmintîya hevdu nekin. Me pir şaştî kirin û ez hêvî dikim ciwan û xortên me wan dubare nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE