06 mars 2025

Sirri Sureyya Onder wek dîplametekî tirk dipeyive

Li gorî xebereke di medyayê da belav bûye, Sirri Sureyya Onder ji bo ku serok û berpirsiyarên PYD´ê, HSD´ê îqna bike hêza xwe ya leşkerî belav bikin û federasyonê nexwazin diçe Kurdistana Rojava.
Tiştê meriv ji gotin û beyanên 
Sirri Sureyya Onder fêm dike wek zilamekî dewletê di nava DEM partiyê da ye.

Onder wek dîplomat û lobîstekî Tirkiyê dixebite. Meriv vê yekê ji axaftinên wî yên li ser beyana Evdila Ocalan fêm dike.
Mêrik wek berdevkê Erdogan dibêje banga Evdila Ocalan ne ji bo PKK´ê tenê ye, ji bo PYD´ê, HSD´ê ye jî, dibê ew jî xwe belav kin û îdareya xwe teslîmî Şamê bikin û bibin leşkerên HTŞ´ê.

Hevseroka DEM partiyê Tulay Hatîmogullari li dijî vê dîtina Onder derketiye, gotiye banga Evdila Ocalan nej i bo HSD´ê û YPG´ê ye; HSD û YPG, PYD ne PKK ne.

"Di bangê da behsa HSD´ê nayê kirin. Tiştê Sirri Sureyya Onder di weşanê da behs kiriye di metna Ocalan da de tune û mafê me nîne em bibêjin heye. Birêz Ocalan daxwazek ji PKK´ê kiriye. PKK rêxistina wî ye.”

Sirri Sureyya Onder naxwaze li Kurdistana Rojava kurd bibin xwedî dewlet, xwedî federasyon. Ji bo wê jî wek dêplomatekî tirk ji dewleta xwe dixebite.
Wek Tulay Hatîmogullariyê jî gotiye, DEM partî ji bo di nabêna PKK´ê û dewletê da ”aştî”, lihevkirinek çê bibe dixebite, tu îşê wê bi Sûriyê û Kurdistana Rojava tuneye.
Lê ji ber ku nêta Sirri Sureyya Onder xerab e dibêje banga Evdila Ocalan ji bo HSD´ê, PYD´ê, YPG´ê ye jî. Çimkî mêrik dixwaze desthilata kurdan ji dest wan derxîne.

XXX

-Sê babet însan hene. Yek wek nan e, her roj lê tê gerandin. Yê duduya wek derman e, dema lazim be lê tê gerandin. Yê sisiya wek mîqrobê ye, ne hewceyî lêgerînêye, ew tê we dibîne.

Anton Çehov

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar