2006-11-20
Rêberê Konfederalîzma Kurdistanê ya Demokratîk birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî(18/11-06)ya bi abûqatên xwe ra dîsa Kurdistana Azad û serokên kurdan ji xwe ra kiriye hedef.
Ocalan bi rengekî bêperwa, wek tirkekî neyarê kurdan bi serokên kurdan û dewleta wan tinazê xwe dike û dewleta kurdan ya li Kurdistana Azad dişibîne dewleta Zûlûyan ya li Afrîqa Başûr.
Ocalan ditirse ku ev dewleta kurdan(camêr tehemul nake jê ra bibêje dewlet jî, wek nîjadperestên tirkan dibêje ”Teşekula li Bakurê Îraqê”)ya li Başûrê Kurdistanê hîn jî mezintir bibe, bigihîje wê derecê ku Tirkiyê jî perçe bike û Bakurê Kurdistanê jî bigre nava xwe.
Loma jî ew vê îhtîmal û pêşketinê li hember Tirkiyê wek planeke emperyalîzmê, wek SEWRÊ dibîne û loma jî bi xurtî li dij derdikeve.
Wek tê zanîn li gor Maddeyên 62 û 64-an yên Peymana Sewrê li Bakurê Kurdistanê mafê kurdan yê îlankirina dewleteke serbixwe hatibû qebûlkirin.
Peymana Sewrê di 10-ê Tebaxa 1920-an da ji alî hukûmeta Osmanî ve hate îmzekirin.
Mala Xwedê ava be, ne neyarên kurdan tenê, êdî serokê kurdan yê herî bi nav û deng Abdullah Ocalan jî ji perçebûna Tirkiyê ditirse.
Tirsa Ocalan ew e ku Peymana Sewrê ji nuh ve were rojevê û li ser Tirkan were ferzkirin.
Ocalan di vî warî da wek tirkên li hemberî dewletbûn û serxwebûna kurdan pir vekirî dipeyive, dike gazî û hawar û dixwaze rojekê berî rojekê li Başûr rê li ber vê îhtîmala serkeftina kurdan were girtin. Ocalan bi riya abûqatên xwe dîtinên xwe yên di vî warî da wiha aniye zimên:
"Li ser Tirkiyê, esas ez naxwazim bibêjim Sewr, çimkî dikane çewt were fêmkirin, lê planeke wek ya Sewrê heye.
Berî Şerê Cîhanê yê Yekê li Rojhilata Navîn bi Peymana Sykes-Pichot tiştê dixwest were çêkirin tê zanîn. Nuha di plana emperyalîzmê ya li ser Tirkiyê da hesabên li ser Qibrisê, hesabên li ser Qetlîama Êrmeniyan, pêşketinên li Bakûrê Îraqê hene.
Rola Emerîka jî di vir da heye. Teşekula ku dixwazin li Bakûrê Îraqê saz bikin teşekuleke wek ya li Kuwêtê û li Yekîtiya Emîratên Ereban çêkirine, ji alî malbat û xanedanan ve tên îdarekirin û bi derva ve girêdayî ne.
Dewletên bi vî rengî antî demokratîk in. Herî dawî meriv dikane li Afrîkayê, li herêma Zûlûyan avabûna dewleta sexte nîşan bide. Li gor planê hin herêmên li ser sînor, derên wek Şirnex û Hekarîyê jî ewê tevî vê teşekulê bibin. Sînor bi rengekî resmî neyên guhertin jî lê bi hawakî fîîlî ewê rewşeke wiha were peydakirin. Di halêhazir da jî têkiliyên malbatên teşekula li Bakurê Îraqê îdare dikin bi gelên vê herêmê ra heye. Têkiliyên wan yên eşîrtî jî bi hev ra hene. Li Tirkiyê hin der û dor jî piştgiriyê didin vê yekê."
Xwediyê van gotinên jorîn ne nîjadperestekî tirk e, ne dujminekî miletê kurd e, xwedêgiravî serokekî kurd ê ”netewî” ye. Ne dujmin lê ”Serokekî kurdan” ditirse kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe û welatê xwe ji bin nîrê tirkan rizgar bikin.
De were nemre, de were neteqe!
Ji dêlî ku bibêje dewleteke wek ya Zûliyan hezar qatî ji bindestiya kurdan ya îro çêtir e, serkeftinên bidestketî biçûk dibîne û wek tirkan henekê xwe pê dike.
Hela tu were vê ibretê û vê sosiretê, ”serokê kurdan” dibêje Emerîka dixwaze Sewrê ji nû ve li ser Tirkiyê ferz bike.
Û ji bo vê jî heta jê tê dike qare qar û dixwaze dewleta tirk nehêle ev plana xwedêgiravî ya emperyalîzmê biserkeve.
Ez bawer dikim sosiretên wiha tenê dikane di nava kurdan da bên dîtin. Serok û rêberê partiyek kurd, ji bo serxwebûna Kurdistanê bi hezaran şehîd daye, lê dema ev yek mikûn dibe li dij derdikeve û naxwaze Kurdistan ava bibe. Bi rastî jî ne karê aqil e lê mixabin rast e.
Û hîn jî bi milyonan însan ji xwediyê van dîtinan ra li
çepikan dixin û dibêjin ”Serok”!
Di axaftina Ocalan da tiştekî din yê herî balkêş, ew jî wek gelek kesên din pesnê derewên Mehmet Agar yên xapînok dide û şêla wî ”pozîtîf” dibîne. Ocalan dibêje:
-Şêla Mehmet Agar pozîtîf e. Min berê jî gotibû, dikane rola De Klerk bilîze.
Li gor Ocalan, Mehmet Agarê qatilê bi sedan kurdî ye dikane bibe yekî wek De Klerk.
De Klerkê di nabêna salên 1989-1994-an da Serokkomarê Afrîka Başûr bû, bi ANC-ê ra rûnişt, Mandela serbest berda û dûra jî di sala 1994-an da bi hilbijartineke demokratîk rejîma Apartheidê ji binda tasfîye kir. A Ocalan dixwaze Agar jî roleke wek ya De Klerk bilîze. Ev hêvî bê bingeh e.
Mehmet Agar heta nuha xerabiyên gelek mezin gihîndiye tevgera kurd ya netewî. Û ji nuha pê va jî bêyî xerabiyê tu çêyî û xêrê nagihîne kurdan. Divê em xwe nexapînin.
Esas ne Ocalan tenê, pir mixabin gelek kurdên din jî xwedêgiravî xwe siyasetmedar, zana û jîr dibînin, ji wan çend virên Agar yên ji bo xapandinê ra li çepikan dixin û gelkî qedir û girîngiyê didinê.
Li ser wan gotinên Agar yên ku bi nêt û armanceke xerab hatibûn gotin, dema ez şiroveyên kurdan yên mişt fantazî û xeyalên vala û bêbingeh dibînim ez ji xwe ra matmayî dimînim.
Ez ji xwe ra dibêjim gelo serok, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan çawa kanin hewqasî saf û nezan bin û ji xwefiroşekî wek Mehmet Agar hêviyekê bikin?
Mehmet Agar li çareserkirina mesela kurdan tu tiştekî pozîtîf û pêşniyareke siyasî neaniye zimên. Negotiye dema ez werim ser hukim ezê van van mafana bidim kurdan yan jî vê meselê wiha çareser bikim.
Heta mêrik negotiye bira zimanê kurdî jî serbest be. Tenê di maneya efûyekê da got, ”ji dêlî ku ewê li çiya sîlehan biteqînin bira werin li bajaran siyasetê bikin.”
Û dûra jî piştî hin rexneyan camêr ev gotinên xwe paşda girt
û got ez li dijî efûyeke giştî me. Hemû mesele ev e. Lê ji ber ku yê ev gotin
gotibû qatlikî mezin e, loma jî ji alî kurdan ve gelekî hat mezinkirin.
Her kes dizane Mehmet Agar yek ji merivên ”dewleta kûr” yê herî girîng e. Û îro jî wiha ye.
Heger em bawer dikin dewleta kûr li kurdan hatiye rahmê û dixwaze mafê kurdan bidê, wê demê em kanin ji nêtpaqijiya gotinên Agar jî bawer bikin.
Lê ne wiha ye. Agar ew gotin bê sebeb negotiye û nabêje. Ew jî wek her endamekî dewleta kûr, wek her faşîst û nîjadperestekî tirk dixwaze her metodê li hember xelasbûna kurdan bi kar bîne. Ji bo Agar ya girîng ne ew e ku wî çi kiriye ya jî çi gotiye, ya girîng ew e ku kurd wenda bikin û tirk jî qezenc bikin.
Mehmet Agar jî dixwaze wek Ataturk serî li kurdan bigerîne, ji bo kurd îro van îmkan û fersendên navnetewî bikar neynin, jê feydeyê negrin.
Ji bo ku li Rojhilata Navîn, Tirkiyê ji guhertina xerîteyan zirarê nebîne Agar bi plan û program li rê û dirban diger û loma jî wek xayinekî xwe dixe her qalibî. Hemû fêlbaziyên wî ji bo berdewamiya bindestiya kurdan e. Ev yek gelkî vekirîye. Û ji xwe wî di axaftineke xwe ya telewizyonê da jî sebebên wan gotinên xwe yên ku ”bira werin li bajaran siyasetê bikin”wiha îzah kir:
-Rojhilata Navîn dikele. Guhertina xerîteyan bi rastî jî tê rojevê. Ji bo ku Tirkiye ji guhertina van xerîteyan bi hawakî negatîv zirarê nebîne divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Ez viya dibêjim, meseleya Tirkiyê ji Hewlêrê, ji Silêmaniyê, ji okyanûsan wê da çareser nabe. Mesela Hewlêrê, Silêmaniyê ji Anqerê çareser dibe. Ez viya dibêjim. Ez gaveke din jî bi pêş da herim, ji gelê min ra teahuda min ew e ku ewê qedera Yozgatê û ya Mûsilê bibe yek.
Di van gotinên camêr da tu tiştekî neyê fêmkirin tuneye. Mêrik pir vekirî dibêje, ez van gotinan ji bo xapandinê, ji bo ku Tirkiye neyê perçekirin dibêjim.
Ev yek.Ya din, mêrik dibêje ez nahêlim kurd mesela xwe li
Hewlêrê, li Silêmaniyê ya jî bi alîkariya Emerîka hel bikin. Dibêje ezê li
Anqerê biryarê li ser pêşeroja kurdan
bidim. Û biryara Anqerê jî divê ji bo me kurdan ne tiştekî nepenî û ne diyar
be. Dema Anqere bikanibe biryarê li ser pêşeroja me kurdan bide divê em
bizanibin ku ewê biryara bindestiya me ya ebedî be.
Divê em baş bala xwe bidin kirin û gotinên Agar. Di qada siyasî da wezîfa Agar ji siyasetmedariyê bêtir rola ”Hespa Turova”ye, dixwaze Kurdistanê bike milkê tirkan.
Agar bi bindestiya kurdên Bakurê Kurdistanê tenê jî nayê serî, camêr gaveke din jî pêş da diçe û sozê dide gelê xwe yanî tirkan ku ewê qedera Mûsilê jî wek ya Yozgatê bi Tirkiyê ve girê bide. Yanî Mûsilê jî bike bajarekî Tirkiyê. Esas mêrik dibêje Kerkûk. Ferza ku em naxwazin fêm bikin.
De êdî ji viya vekirîtir tiştek heye? Yanî mêrik dibêje ezê Mûsilê jî bikim bajarekî tirkan. Ma êdî ewê çi bibêje?
Û kurd jî ji van gotinên Agar ra li çepikan dixin.
Ji dêlî ku kurd van gotinên Agar rexne û mahkûm bikin, radibin jê ra li çepikan dixin. Diyar e dewleta tirk kurd têra xwe apolîtîze jî kirine. Loma jî li ber sêpiyê ji celadê xwe hêviya azadiyê dikin.
2006-11-20
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar