Serokê CHP´ê Ozgur Ozel di civîna Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê da ji qahra ewrûpî henekên xwe bi wan dikin forteke bêbingeh daye xwe, gotiye:
“Kultura demokrasiyê ya li Tirkiyê heye ji ya hinek welatên
Yekîtiya Ewropayê pêşdatir e.”
Ê law de bi navê Xwedê derew e; ne ji dûr, ne ji nêzîk da tu têkiliya tirkan
bi demokrasiyê tuneye. Tirkan tu carî ji demokrasiyê hez nekirine, tim xwe jê dûr xistine. Lema tim dîktator kirine serokên xwe.
Demokrasî meseleyeke kulturî ye, dibê ew kultur di nav civatê da bi pêş ketibe. Ji tirsa dewletê, civatê însan newêrin qewmîyeta xwe eşkere bikin, newêrin baweriya xwe bibêjin.
66 sal in hûn li ber deriyê Yekîtiya Ewrûpayê ne, lê hûn newêrin derî vekin û têkevin hundur.
Hûn dibêjin heger li Tirkiyê jî wek li welatên Yekîtiya Ewrûpayê demokrasî hebe ewê malik li me bişewite, her kesê bibwêribe fikrê xwe bibêje, dibê em mafê kurdan jî bidin, kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
200 sal in pilepile tirka ye, di nava xwe da qala demokrasiyê dikin, lê tu carî newêrin xwe nêzîkî wê bikin.
Hûn nahêlin di meclîsa we da kurdek du gotinan bi tirkî bibêje. Tu qala kîjan
demokrasiyê dikî, demokrasiya Tirkiyê ji ya kîjan welatê Yekîtiya Ewrûpayê
pêşdatir e?
XXX
Şerê Îran û Tirkiyê şerê dê û dotê ye, Îran û Tirkiye bi hev
nakevin.
Hin kes qala gelşênên nabêna tirkiyê û Îranê dikin, dibêjin
gelo mimkûn e aloziyên nabêna wan kûrtir bibin?
Çimkî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi rengekî
sergirtî gotibû, heger Îran bi dizî alîkariya PYD´ê, HSD´ê bike, emê jî bêdeng
nemînin. ”Heger tu naxwazî kevir bavêjin ji paca te da, dibê tu jî kevir navêjî
ji penca yê din da."
Îran û Tirkiye kanin tiştên hîn girantir jî ji hev ra
bibêjin, lê tu carî nabin dostên kurdan û dijminên hev.
Dijminatiya herdu aliyan a li hemberî kurdan gelkî kûr e û
berjewendiyên wan mişterek in. Di medyayê da kanin dev bavêjin ji hev da, lê di
bin ra herdu dewlet jî, îstîxbaratên wan jî li hemberî kurdan tim bi hev ra ne,
tim mitefikên hev in.
Ji bo wê jî guh nedin xirecirên berdevkên Îranê û Tirkiyê, yê wan şerê dê û dotê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar