Romana Jan Frîdegard(Porten kallas trang)* wek fîlmekî dokumenter li tarîxa Swêd e.
Rast e roman ne dîrok e û meriv nikane wê wek kitêbeke dîrokê bixwîne.
Lê li gel vê jî gelek roman hene ku, li gel ku ew ne romanên tarîxîne, lê dîsa jî li hember civat û bûyerên di dema xwe de bi qasî kitêbeke dîrokê objektîf in.
Dîroknas û sosyolog gelek caran ji berhemên wiha feydeyeke
mezin dibînin.
Mirev bi dilekî rehet dikane bibêje romana Jan Frîdegard,"Porten Kallas Trang", (Ji derî ra teng tê gotin) jî romaneke wiha ye.
Lema jî ew kesê ku bixwaze jiyana gunduyên Swêd ya destpêka sedsala 19´a fêr bibe dikane vê romanê wek wesîqeyeke tarîxî, wek lêkolîneke sosyolojîk û antropolojîk bixwîne.
Di destpêka romanê da nivîskar întresa meriv qezenc dike.
Mirev gav bi gav dide pê bûyer û qehremana romanê û çîroka wê meraq dike.
Li hember qedera Pîrê(Gumman-Lovîsa) û tiştên tên serê wê ya pê diqehere
ya pê kêfxweş dibe.
Têma romanê li ser jiyana kal û pîreke gundî ava bûye. Kalo
û Pîrê(Gumman) wek piraniya gundiyên Swêd ên wê demê gelekî feqîr in, bê erd in û xaniyê
wan jî bi kirê ye. Li gund di xaniyê bi kirê da rûdinin.
Li Kurdistanê li ba me li gundan xaniyê bi kirê ne normal e.
Bi çend mirîşk, mangakê û du-sê xenzîran bi zor debara xwe
dikin.
Zarokên wan mezin bûne û ji malê veqetiyane. Lawekî wan li
Emerîka ye, keç û lawek jî li Swêd in.
Wê demê li Swêd malbata ku yek du kes jê neçûbe Emerîka hema
hema tuneye.
Di nabêna 1850’î û 1920’î de zêdeyî milyon û nîvek însan ji
ber sebebên aborî koçî Emerîka kirine. Ji ber ku Li Swêd feqîriyake bê hed û bê
hesab hebûye.
Pîrê sibehekê bi xwe dihese vaye kalo di nav nivînan da miriye.
Pîrê berî ku şiyar bibe û bi mirina wî bihese xewnekê
dibîne. Dibîne li qeraxa giravekê ye û mêrê wê(Johan) jî ber tena mîntanekî spî
ve, (di rengê kefen de ye) di kelekekê de ye û hêdî hêdî jê bi dûr dikeve. Pîrê
ban dikê, dibêje tu dîn bûyî, çiye! Tu bi ku de diherî, vegere, tu’yê biqefilî.
Lê Johan lê venagere, hêdî hêdî di bahrê da ji ber çavên wê
wenda dibe.
Piştî vê xewnê Pîrê bi xwe dihese, dibîne ku waye Johan li
kêleka wê hişk bûye.
Nivîskarê romanê, Jan Frîdegard realîstekî dîndar e. Wî ev
baweriya xwe kiriye baweriya Pîrê jî. Lema jî Pîrê di her biryara xwe da li gor
vê bawerîyê hereket dike.
Lê Jan Frîdegard vê dîndariyê bi hosteyî dixe qalibekî wiha
ku her jineke di salên Pîrê da dikane wer bifikire.
Piştî mirina Jan cîran û gundî gotinan digerînin, dibêjin di
bin wan da "perê Emerîka" hene.
Ev yek dihere guhê Pîrê jî, Pîrê bi rastî jî li peran
digere, lê nabîne, dibêje perê çi halê çi!
Pîrê Cenazê Johan ranake, li hêviya zarokên xwe dimîne.
Zarokên wê tên digihîjin ser cenaze. Cenaze radikin.
Tiştê balkêş, şîn tuneye, hawar û qêrîn tuneye, kes li xwe
naxe, kes porê xwe nakşîne, kes kilamên şînê li ser yê mirî nabêje.
Wek merasimeke normal miriyê xwe dibin gor dikin. Û piştî
gorkirinê xwarinê dixun, şerabê vedixun.
Yanî ew urf û adetên îro jî li ba me Kurdan hîn pirr xurt
in, di destpêka salên 1900’î da em li ba gunduyên Swêd nabînin.
Di vir da tiştê balkêş meriv rûbirûyî kultureke cihê dibe û
bi hawakî gelek konkiret dibîne ku kultur û tradisyonên cihê tên çi maneyê.
Zarok li ser mîratê bi hev dikevin. Lê mîratek wer zêde jî
tuneye, here were çend fera û folên malê ne, hewangeke û qutyake zîvîn ya
tutûnê ye.
Xire cira mezin li ser qutya tutûnê derdikeve, law dibêje ji
min re, keç dibêje ji min re. Her yek li gor xwe sebebekî nîşan dide ku divê
qutî ya wî ya jî ya wê be.
Lê gava pîrê ji wan ra dibêje, qet bi hev nekevin, min qutî
xist destê bavê we yê rastê û pêre gor kir, ew mit û mat dimînin.
Pîrê dibêje çimkî wî ji qutya xwe pirr hez dikir. Li ser vê,
êdî ew jî dev ji hev berdidin, hetta dibêjin te baş kir.
Diyar e ev babet qutî wê demê pirr bi qîmet bûne. Bi Swêdî
jê ra dibêjin "snusdosa" yanî qutya enfiyê, lê ne enfiya ku meriv
dikşîne pozê xwe, enfiya ku meriv dike bin lêva xwe ya jorîn.
Ev babet enfiyekêşî ya jî cixarekêşî îro jî li Swêd gelekî berfireh
e.
Piştî mirina Johan jiyana pîrê bi rengekî dilşawat ji kok da
tê guhertin.
Piştî mirina Johan bi çendakî, xanî jî, mange û xenzîr jî,
mirîşk jî dikevin mazatê û bi riya îhalê tên firotin.
Pîrê dibe şahida van bûyerên tahl. Lê îradeyeke mezin nîşan
dide û xwe wenda nake. Di her qerara xwe da bi ruhê Johann dişêwire, fikrê wî
dipirse, destûra wî dixwaze.
Pîrê naxweze têkeve feqîrxanê. Lê perê wê jî tuneye xênî
bikire. Di vir da tesadufeke pirr xerab dibe sebebê trajediya pîrê. Ku ew
tesaduf nebe, Pîrê dikane xaniyê xwe bikire û neçe nekeve feqîrxanê.
Bi dû mirina Johan bi çend rojan, di bîsteke ku Pîrê ne li
mal e, mêrikekî cîranê wê dadigere hundur mala pîrê. Bi tesadufî radihîje
Încîla li ser masê. Gava rûpelan di ser hev ra diqulubîne, 800 kron ji nav Încîlê
da dikeve.
Ev pere wê demê perakî pirr e. Bi 500- 600 kronî Pîrê
dikanîbû xaniyê têde ji xwe re bikiriya.
Lê şansê Pîrê lê xerab digere, lema jî ewê qeder bi ruyê wê
nekene û ewê pera nebîne.
Gava cîranê feqîr pera dibîne şaş dimîne, nizane ku gelo
haya pîrê ji van peran heye ya tuneye.
Lê digihîje wê qeneetê ku ewê haya wê jê tunebe, Johann ewê ji
ber wê veşartibe.
Dibêje, heger haya wê ji hewqas pere hebûya ewê ji xênê
derneketa û neçuya neketa feqîrxanê.
Mêrik demek kin du dil dimîne, bi ûjdanê xwe re dikeve
muhasebê, dibê gelo ez bidimê ya na !
Lê pere şîrîn e, netîce riya ne durustiyê hildibijêre, perên
xwe dike bêrîka xwe û diçe.
Ew ji xwe ra dibêje, "hewcedariya min ji pîrê bêtir bi
van peran heye…"
Çimkî ew jî wek pîrê gelekî feqîr e, çar zarokên wî hene, di kirê da rûdine.
Dibêje Pîrê îro heye, sibe tuneye. Heta sax be, ezê tim
dawetî malê bikim.
Di dawiyê da roja xanî û heywanên Pîrê li mazatê tên
firotin, ew, yanî dizê perê Pîrê, xaniyê wê, malê wê bi perê wê dikire.
Gava milet dibêje te ev pere ji ku anî, dibêje min ji bûrayê xwe(birê jina xwe)
deyn kiriye.
Pîrê jî ji mecbûrî dihere dikeve feqîrxanê. Zarokên wê ji
alî exlaqî ve xwe mecbûr hîs nakin ku diya xwe bibin ba xwe.
Ne ku zarokên wê însanin xerab in. Na, ev adet, ev mecbûriyetî,
yanî divê zarok li dê û bavên xwe mêze bikin di kultura wan da tuneye; dewlet
vê xwedîtiyê dike.
Jinik zane mêrê wê pere ji mala Pîrê diziye. Her du xwe
sûcdar his dikin, ditirsin rojekê eşkere bibe.
Rojekê dema ew dîsa li sermselê dipeyivin, lawê wan ê mezin dibihîze û dûra ji hevalekî xwe yê dibistanê ra dibêje.
Piştî çend rojan xeber li seranserê
gund belav dibe, dihere digihîje Pîrê jî.
Dema Pîrê xeberê dibihîze, diçe bi yê diz ra dipeyive.
Mêrik qebûl dike. Pîrê dibêje ewê lê gilî bike.
Pîrê her roj bi ruhê Johanê mirî ra "dipeyive",
poşman dibe, li mêrik gilî nake. Johan jê ra dibêje, umrekî te yê kin maye,
bira xanî ji wan ra be, Pîrê jî dev ji gilî berdide.
Hin cîran dixwazin pîrê here li mêrik gilî bike û perê xwe jê bistîne.
Lê pîrê naçe gilî nake. Li gel ku di vê nabênê da Pîrê li
ser çend pelên Încîlê rastî reqemên peran jî tê...
Diz bi Pîrê ra dipeyive, xwe feqîr dike, gunê wê bi xwe tîne ji bo ku Pîrê neçe lê gilî neke, xênî
jê nestîne.
Pîrê li vir mezinayiyeke pirr mezin nîşan dide. Radibe wan pelên Încîlê yê ku reqemên peran li ser hatibûn nivîsîn dide diz û wî efû dike, xênî jê nastîne û sozê didê, dibêje ezê ji kesî ra nebêjim.
Lê diz di dema
vegera malê da wan pelên Încîlê bi rê ve wenda dike û ev yek jî demeke dûr û
dirêj dibe bela serê wî.
Piştî gelek zahmetî wan rûpelan bi zor bi dest dixe û
dişewitîne.
Lê heta vê nuxtê di hundurê xwe da tim nerehet e, tim bê
huzûr e, tim bi tirs e.
Netîce Pîrê di feqîrxanê da dimre.
Nivîskar li hember hemû şexsiyetên romanê, çi baş, çi xerab
tim demokrat e, tim bi merhemet e. Îmkanê dide ku yê herî xerab jî ji xerabiya
wî ra sebebekî wî yê maqûl hebe.
Li alî din Frîdegard li hember jiyanê û rastiyên wê jî
realîst e, ev rastî tal be jî, ne xweş be jî qebûl dike, dibêje dunya wiha ye,
însan wiha ne. Carna dikanin baş bin, carna dikanin xerab bin; carnan dikanin
mezin bin, carnan dikanin biçûk bin.
Bi kurtî ew(însan) ne tenê xerab, ne tenê baş in. Ev her du
alî jî tim di nav hev da ne.
Lê zimanê wî gelekî giran û mehelî ye, bi kêmanî ji bo min
pirr giran bû.
Qehremana romanê Pîrê ye, dilê wê pirr mezin e. Dilê wê
mezin e, ji ber ku ew dikane însanê bûye sebebê trajediya wê jî efû bike.
Min ji Pîrê pirr hez kir û ez bawer nakim ku ezê tu carî mezinayî
û dilfireyiya "Gumman"ê(pîrê) ji bîr bikim
Zinarê Xamo
*Ev roman di sala 1952´a da hatiye nivîsîn.
Jan Frîdegard:1897-1968.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar