Do derengê şevê bi tesadufî min li sohbeteke Selîm Çurukkaya bi Halîl Ataç ra temaşe kir.
Rûdawê li ser banga Evdila Ocalan bi Halîl Ataç ra sohbetek kiriye. Piştî
min li wê temaşe kir, min xwest bizanibim Halîl Ataç çi kes e, ji ku ye?
Devoka wî ya
Rihayê bû, min meraq kir, min xwest nas bikim.
Di You Tubê da rastî sohbeta wî û Selîm Çurukkaya hatim. Hevpeyvîn di sala
2022´a da çêbûye.
Derengê şevê bû, nêta min tunebû heta dawiyê temaşe bikim. Lê min nikanîbû dev
ji temaşekirinê berda.
Min bi heyecaneke mezin heta dawî lê temaşe
kir. Serpêhatiyeke bîna meriv diçikîne, hêjaye bibe roman.
Halîl Ataç bi nivîskî qala vê serpêhatiya xwe kiriye, nekiriye ez nizanim. Lê
heger nenivîsîbe dibê miheqeq binivîsîne.
Di sala 1981´ê da Evdila Ocalan ji bo hin têkiliyên siyaî, dîplomatîk Halîl
Ataç ji Lubnanê dişîne Qibrisê, aliyê rûman.
Filistînî jê ra pasaporteke Îranî sexte çêdikin, ew û xortekî ji Kurdistana
Rojava, bi navê Fewaz diçin Qibrisê.
Fewaz li Fransayê dimîne, ji bo tercumaniyê pê ra dihere. Halîl Ataç bi
kurmancî û tirkî zane, zimanekî din nizane.
Di çûnê da pûlisên Lubnanê problemekê dernaxin. Li gorî texmîna wî pûlis ferq
dike pasporta wî sexte ye, lê ji bo ku diherin wî nagirin.
Filistîniyan hin nav dane wan, bi riya wan navan ewê bi berpirsiyarên Qibrisê
ra têkevin têkiliyê. Wê demê hin filistînî jî li wir hene.
Diherin Qibrisê, bi berpirsiyarên dewletê ra dipeyivin, ji wan alîkariya derbasbûna
Tirkiyê, madî û sîlehan dixwazin.
Berpirsiyarên Qibrisê daxwazên wî qebûl dikin, dibêjin emê di ser filistîniyan
ra sîlehan bidin we. Mesela derbasbûna Tirkyê hinekî zor e, lê tiştê ji destê
wan tê ewê bikin. Bi kurtî karê wan baş dimeşe, piştî 8 rojan vedigerin
Lubnanê.
Di vegerê da pûlisên Lubnanê ferq dikin pasaporta Halîl Ataç sexte ye, wî berra
hundur nadin, paşda dişînin Îranê.
Balafira wan diçe paytexta Urdunê Ammanê, ji wir ewê biçin Îranê. Xortê
tercuman jî pê ra ye.
Li balafixaneya Ammanê Halîl Ataç bi hostayî xwe ji kontrolê xelas dike û bi
dizî derbas dibe. Dixwazin ji wir bi qaçaxî herin Lubanê.
Maceraya bîna meriv diçikîne li Urdinê dest pê dike. Dixwazin bi qaçaxî derbasî
Sûriyê bibin. Halîl Ataç, Fewaz dişîne Lubnanê ji bo ku hinek werin wî xelas
bikin.
Ziman nizane, bê pere ye, kesî nas nake, carnan li otêlê, carnan li parkan
radikeve.
Û ya herî muhîm jî naxwaze bibêje ew kurdê Tirkiyê ye. Li Tirkiyê ji hevsê
reviya ye, lê digerin.
Heger teslîmî Tirkiyê bikin, ewê bi salan di zindanê da bimîne. Ji bo wê jî dibêje ew ji Kurdistana Îranê ye.
Jixwe pasaporta wî jî ya Îranê ye. Lê
bi farisî nizane. Ev jî jê ra geleşeke mezin e.
Piştî çend rojan hevalên wî yekî bi navê Selah dişînin Ammanê, otêla Halîl Ataç
wek edres daye.
Selah dema diçe otêlê, bi rêda bi şufêrê texsîyê ra sohbet dike, armanca hatina
xwe jê ra dibêje. Şufêr merivê îstîxbaratê bûye, xeberê dide pûlis.
Pûlis Seleh
digrin. Dema Halîl Ataç diçe otêlê, ji bo ku bipirse gelo kesî lê pirsî
ye ya na, pûlis li wir li bende wî bûne. Wî jî digrin. Dixwazin bizanibin ew kî
ye, ji ku ye, ji bo çi hatiye Urdinê û kê ew derbas kiriye, çawa kanîbûya bêyî
ku pasa xwe nîşan bide derbas bibe?
Pasport sexte ye û mohra ketina hundur lêneketiye. Pûlis dixwaze destikê wî, kesê alîkarî pê ra kiriye nas bike.
Lê feqîr nikane bi pûlis bide bawerkirin wî alîkarî ji kesî negirtiye û ji bo nêteke xerab nehatiye Urdinê. Hertişt tesadufeke trajîk e.
Navê xwe yê rast, hevalê kê ye nabêje. Nabêje ew li Lubnanê dimîne, çîroka rast nabêje. Ditirse wî teslîmî Tirkiyê bikin.
Selahê hatiya hawara wî peyivîye, di heqê wî da çi zane ji pûlis ra gotiye, lê ew qebûl nake ew ji Tirkiyê ye.
Dibêje ez kurdê Îranê me, ji Senendejê me,
şivan im, dixwazim herim Ewrûpayê û ev îş hatiye serê min. Ez derbas bûme,
pûlis pasporta min mohr nekir.
Helbet bawer nakin, bi rojan îşkence dikin. Lê nabêje ez hevalê PKK´ê me, em li
Lubnanê li ba Filistîniyan dimînin. Nabêna Lubnanê û filistîniyan jî ne baş e,
filistîniyan hin suîqest kirine. Pûlis wer bawer dike ev jî hatiye hinekan
bikuje.
Piştî îşkenceya mehekê zêde, dixin hefsê. Li dora yanzde(11)mehan di hefsê da
dimîne.
Dema di hefsêda ye çend caran hewil didin wî nas bikin. Rojekê dibin derekê, ji seferata Tirkiyê 4 kes pê ra bi tirkî dipeyivin, lê ew dibêje ez bi tirkî nizanim.
Berê jî carê birine ba Zîya Şerefxanoglu, wî jî xwestiye ew rastiya xwe jê ra bibêje. Lê ji wî ra jî nagotiye. Zîya Şerefxanoglu wek merivê dewleta Urdinê dide nasîn.
Zîya Şerexanoglu li Bêrûdê dima, ne li Urdinê bû. Lê ew dibêje yê bi min ra peyivî Zîya Şerefaxnoglu bû. Kane şaş be.
Rojekê du pûlis wî ji hefsê digrin, dibin bajarê Remzeyê, (bajarekî nêzî sînorê Sûriyê)ber dahîreyekê.
Qelebaxlix bûye, însan di dorê da bûne. Li wir fersendekê dibîne, direve.
Piştî gelek zor û zahmetî, macerayeke bînê li meriv diçikîne, roja din bi alîkariya filistîniyan xwe digihîne Sûriyê.
Piştî derbasî Sûriyê, bajarê Direyê dibe, li filistîniyan dipirse, bi pirsê xwe digihîne kampeke filistîniyan.
Bi lêpirsînê wî dibin ba kalekî bi navê Emo Husên. Derdê xwe ji Emo Husên ra dibêje.
Emo Husên lê gudarî dike, dibêje baş e, ezê alîkariya te bikim. Yekî ji Cepheya Demokratîk bi navê Mahir tê wir.
Wî nas dike, di kampê da mamostê wî yê perwerdeyê bûye. Mahir bi dîtina wî kêfxweş dibe. Serpêhatiya xwe ji Mahir ra jî dibêje.
Mahir jê ra nasnameyeke filstînî çêdike, bi du kesan ra li otobozê siwar dike, dişîne Şamê, ba Cepheya Demokratîk.
Li wir danê êvarî Cemîl Bayik tê wir. Haya Cemîl Bayik ji hatina wî tune ye, ji bo karekî din hatiye wir. Li wir ew û Cemîl Bayik hevdu dibînin. Dema wî dibîne matmayî dimîne. Cemîl Bayik wî dibe ba Evdila Ocalan.
Dibêje dema ew çûye Qibrisê têkiliya wan bi Sûriyê ra tunebûye. Lê nuha têkilî
çîbûye, Evdila Ocalan êdî li Şamê dimîne.
Sohbet bi kurdî bûya minê parve bikira, ji ber ku bi tirkîye nakim. Lê
programeke hêjayî temaşekirinê ye. Serpêhatiyeke muhteşem e, kane bibe roman û fîlm.
Meriv wer fêm dike Halîl Ataç nuha ne bi PKK´ê
ra ye. Li ku dimîne, çi karî dike ez nizanim. Bi qasî min ji devoka wî fêm kir ji
derdora Rihayê ye. Pir kişandiye. Çima ji PKK´ê veqatiya ye, çi anîne serê wî di vê programê da tune ye. Belkî di beşê duduya da qal dike.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar