Min berê jî çend caran got, armanca Tirkiyê ne tenê PKK dev ji şer berde û xwe fesh bike, dibêjin banga Evdila Ocalan ji bo Kurdistana Rojava, Başûr û Rojhilate jî.
Çimkî tirk dibêjin PYD, YPG, HSD, QSD hemû PKK ne, lema dibê ew jî xwe fesh bikin û
îdareya Kurdistana Rojava teslîmî çeteyên qeyûmê Tirkiyê Ehmed Şer bikin. Bêyî viya em tiştekî din qebûl nakin.
Şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçman ev dîtina Tirkiyê pir vekirî gotiye:
Bi baweriya min dewletê ev yek pir zelal ji Evdila Ocalan xwestiye û wî jî ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye û ji PKK´ê jî viya dixwaze.
Lê Evdila konetî kir, ev yek di beyana xwe da bi nav nekir, lê bi devkî ji PKk´ê ra gotiye. Ev sedîsed e.
Îcar PKK´ê qebûl kiriye, ne kiriye ez nizanim.
XXX
Xwedêgiravî tirk dixwazin PKK şer rawestîne, ”aştî” (!)çê
bibe. Vir e. Tirkiye şer mer ranawestîne û ji bo ku raneweste ewê her tiştî
bike.
Li ser daxwaza Evdila Ocalan, PKK´ê agirbest îlan kir, got
emê kongreya xwe çêkin û xwe fesh bikin.
Lê Tirkiye êrîşên xwe ranawestîne, îro li Kurdistana Başûr çend
der bombebaran kirine. Yanî dixwazin şer dom bike.
Tirk ewê nehêlin PKK sîlehên xwe deynin û dev ji şer berde.
Derdê tirkan Kurdistana Rojava ye, dixwazin bi alîkariya Evdila Ocalan
desthilta kurdan têk bibin. Gerek PKK neyê vê lîstika tirkan.
XXX
Serokê Sûriyê Ehmed Şer, ji bo reşnivîsa destûreke nuh
komîteyek ji 7 kesan daye avakirin.
Di nav komîteyê da nûnrekî kurdan tune ye. Ev jî tê wê
maneyê ereb nafikirin tu mefekî netewî yê kurdan qebûl bikin. Ev daxwaza
Tirkiyê ye, tirk nahêlin.
Di vê rewşê da bêyî veqetandinê tu riyeke din li ber kurdan
tune ye. Kurd ya ewê teslîm bibin, ya jî desthilta xwe biparêzin.
Hêvî dikim PKK neyê lîstina tirkan û dewleta kurdan li Kurdistana Rojava ava kiriye teslîmî ereban û tirkan nekin .
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar