Me do êvarî li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 28´a ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd çêkir.
Îsal jî gelek nivîskar nikanîbûn beşdarî kongreyê bibin.
Gelek kes ji ber tunebûna endamên jin ji me, ji komelê gazinan dikin, me rexne dikin; dibêjin jinên endam çima tune ne?
Heqê wan heye, em jî viya wek kêmasiyeke mezin dibînin û di her kongreyê da
dibêjin.
Lê çi heyf jin nayên nabin endam.
Li Swêd ji her çar perçên Kurdistanê jinên nivîskar pir in, lê nayên. Soran jî nayên nav kurmancan. Endamên me yên soran jî tune ne, ez bawer dikim yek e.
Yekitiya Nivîskarên Kurd li Swêdê 30 sal berê, di 21-01-1995´a da li Stockholmê ji alîyê 20 nivîskarên kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê hate damezirandin.
Di kongreya damezrandinê de biryara derxistina kovareka bi
navê Çira´yê hat girtin û redaksiyona kovarê jî hate hilbijartin.
Di 22ê sibata 1995´a da kovara ÇIRA´yê dest bi weşana xwe
kir.
ÇIRA kovareke demsalî bû, 13 hejmar derket. Hejmara 13a di havîna 2000´a de
hate weşandin.
Kovara ÇIRA bi sê zaravayê kurdî, bi kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) dihate
weşandin.
Di vê kongrê da Mihemed Elî Kut bû serok. Seroka berê Nesrîn
Rojkan xanim bû.
Di konreyê da Têmûrê Xelîl, Zinar Soran, Hêdî Gomî, Ercan Aras, Salim Çelîker û A. Selam Cizîrî jî weke Komîteya Kargêr hatin hilbijartin.
Piştî Kongreyê, komîteya karger civiya û di nav xwe da kar parve kir. M. Elî Kut serok, Têmûrê Xelîl weke sekreter,
Zinar Soran weke berpirsiyarê malî, Hêdî Gomî û Ercan Aras weke endamên Komîteya
Kargêr ên esîl, Salim Çelîker û A. Selam Cizîrî jî weke endamên cîgir hatin
hilbijartin.
30 salîya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê pîroz be!
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar