2002-05-12
Ji bo vî kar û vê xebata we ya giranbuha ez we ji dil û can
pîroz dikim û ji we ra pêşketinê dixwazim.
Birayên delal, xortên hêja, ev 22 sal in ez ji we, ji welatê xwe û ji wê Wêranşara ku ez bi qasî roniya herdu çavên xwe jê hez dikim gelkî dûr im û li sirgûniyê dijîm. Jiyana sirgûniyê wek kerasekî ji êgir e, gav û seet beden û dilê meriv dişewitîne, rojên meriv yên bextewar gelkî kêm in.
Lê îro, dema birayê min yê biçûk Metîn telefon kir û
mizgîniya vebûna malpera we û ya belediyê da min bi rastî jî ez gelkî kêfxweş û
dilşa bûm.
Çimkî ev serê 2 salan bû ku ez her li bende vê xeberê û vê
mizgîniyê bûm.
Min bala xwe didayê ku qezayên der û dorê, (mesela Dêrik)giş
bûne xwedî malper, tenê ya Wêranşarê tuneye.
Ez hertim bi vê kêmasiyê diqeherîm û min ji xwe ra
digot"qeda li me Wêranşariyan keve, em tim li dû xelkê ne."
Axir mala we ava, heger hinekî bi derengî be jî bi vê gava
pêşîn we him hinekî ruyê me Wêranşariyan "sipî kir" û him jî ev
hesret ji dilê min derxist.
Lema jî we bi vê xizmeta xwe ez gelkî dilşad kirim.
Ez bawer dikim ne ez tenê, bi hezaran hemşeryên min yên din
jî wek min van tiştan his dikin.
Piştî 22 salan bi saya vê malpera we ez rastî navên hin
hevalan têm û dibim pardar û şirîkê his û gotinên wan.
Wek însanekî li sirgûnê, ev yek ji bo min bi qasî av û
hewayê girîng e; pê sebra min tê û bîna min fireh dibe.
Lê dibê ez zêde dirêj nekim. Ya rast ez bûme wek "erebê
çav li penêrê ter keve", ez dikim nakim, ez nikanim biqedînim. Ji ber ku
dilê min mişt hesret e.
Nuha jî ez dixwazim li ser malpera we hin dîtin û pêşniyarên
xwe pêşkêşî we bikim.
Ez bi xwe ji înternetê û ji çêkirina malperan tiştekî fêm
nakim. Lema jî di warê estetîk da ez nikanim tiştekî bibêjim.
Lê di warê naverok û zimanê malpera we da hin pêşniyarên min
hene.
Bi ya min berî her tiştî dibê malpera we bi KURDÎ be. Çimkî
ez tu sebebê nabînim ku Kurd rabin bi hev ra bi Tirkî bipeyivin û binivîsin.
Hegern em Kurd in û xwe Kurd dibînin û ji ber xwe û zimanê
xwe fedî nakin dibê em qedir bidin zimanê xwe û malperên xwe bi Tirkî çênekin.
Nêt û armanca me çi dibe bila bibe, malperên bi zimanê Tirkî
ji asîmîlasyonê ra xizmetê dike.
Bala xwe bidinê, dewleta Tirk ji bo ku em Tirkî fêr bibin
her babet îmkanê dide me, lê dema em dibêjin em dixwazin zimanê xwe jî fêr
bibin û bi wî bixwînin û binivîsin, dibêje na, ew tahlûke ye.
Û yên di vî ra da israr dikin jî ji mekteban davêjin û heta
dixin hefsan.
Yanî dewlet bi hemû îmkan û dezgehên xwe dixwaze me asîmîle
û bike û dûra jî wek milet ji ortê rake.
Em Kurd heta nuha bi xêra zimanê xwe ji ruyê dinyayê ranebûne.
Ji ber ku bêyî zimanê me tu tiştekî me yê din me ji Tirk, Ereb û Farisan
nagerîne.
Yanî ne rengê me û ne jî dînê(ola)me cihê ye. Tiştê me ji
hev digerîne tenê zimanê me ye. Ku ew jî wenda bibe, ji dest me here mesela me
diqede.
Ji xwe ji ber vê yekêye dewleta tirk di teror û şîdetê da
israr dike û mafê me yên demokratîk û netewî nade.
Hêviya wan ewe ku piştî çend salên din ewê me bihelînin.
Yanî bi kurtî dibê hûn hewil bidin, hêdî hêdî malpera xwe
bikin Kurdî.
Heger hûn nikanin ez amademe bi we ra bibim alîkar. Heger
hûn kanin bi Kurdî binivîsin, ji min ra bişînin ezê rast bikim û ji we ra
bişînim.
Na hûn nikanin, wê demê hemû tekstên xwe ji min ra bişînin
ezê ji we ra bikim Kurdî.
We di beşê "kultur" da hin gotin û navên hin
nebatan weşandiye. Fikrekî gelkî baş e. Lê dibê meriv hîn cidîtir bigire.
Çend çewtiyan bala min kişand. Ez wan rast dikim û li jêr ji
we ra dişînim.
Wek hûn jî dizanin Wêranşar ji alî nebat(gîha)û kulîlkan ve
gelkî dewlemend e. Mesele hûn dikanin li Qerejdaxê û li der û dorên din navên
zebze, fêkî, gîha û hemû kulîlk û dar û beran top kin û biweşînin.
Lê helbet divê bi Kurdî bin.
Wek numûna nuha hûn dikanin bi Tirkî jî li hember binivîsin.
Dîsa li Qerejdaxê konan, tevnan çêdikin. Ne xalî, lê ber, cil,
carcim, heqîb, tûr, sîrbend, kulav û hwd.
Di tevnçêkirinê da gelek alet tên bi kar anîn, navê hemûyan
bi Kurdî ye.
Hûn dikanin gotinên pêşiyan, nifir û tiştên wek wan jî top
bikin.
Hûn dikanin dengbêjên heta nuha ji Wêranşarê derketine risim
û navên wan biweşînin. Dixwaze bira bi Tirkî jî gotibin.
Mesela Fahrî Yuksel, Şêx Mahmûdê Lawê Şêx Evdî, Mustafa Taşçi
û Mistefayê firnecî. Mistefayê firnecî li ba Abdurahmanê firnecî dixebitî.
Tiştekî din dibê hûn navên hemû gundan(bi Kurdî û Tirkî)û
eşîrên Wêranşarê top bikin û biweşînin.
Li Wêranşarê çend eşîr hene û navên wan çi ne. Helbet dibê
meriv navên eşîrên Ereban jî top bike.
Tiştên nuha tên bîra min ev in.
Bimînin di xweşiyê da û di kar û xebata we da ji wera
serkeftinê dixwazim.
Not:
Wekî din jî çi daxawazên we hebin hûn dikanin ji min ra
binivîsin.
Axbani:Dismala meriv dide serê xwe. Apo:Amca
Cênîk:şakak
Çilek:Obur
Çurtan:Çökelek
Çironek:yagmur olugu
Deleme:Tahta topaç
Delûce:Atmaca
Feq:Kapan
Gulle:Bilye, misket
Xas:Marul
Hawar:Feryat
Xal:Dayi
Henek:Şaka
Hêzranî:Kamiş Baston
Berdirank:Bir çeşit kürdan
Xirifî:Bunak
Xişir:ziynet eşyasi
Xitî:Bir cins salatalik
Kelmêş:Sivrisinek
Qirş:Yakacak olarak kullanilan yabani ot
Saplari, sap.
Şelengo: Sadace Viranşehir’de yetişen bir cins salatalik
Pozsimk:Burna takilan bir çeşit taki
Xizêm:Burna takilan bir çeşît taki, hizma
Îsot:Biber
Qereçî:Çingene
Kalo: Yaşli hanimlarin beylerine hitap
şekli, Ayrica şeyhlere de hitap olarak kullanilir.
Gulê:Gulum Manasinda erkegin hanimina hitabi
Kesmik:Îri saman
Kuncî:Susam
Kuçe:Sokak
Quncik:Koşenin iç tarafi
Pirpar:Semiz otu
Şorik:Salya
Teqa:Pencere
Tirşik:Ekşili sulu yemek
Tolaz:Îşsiz, hovarda
2002-05-12
Stockholm
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar