08 mars 2025

Qetlîama çeteyên HTŞ´ê ji do da ye dikin dibê ji bo me kurdan bibe ibret !

Ji do êvarî da ji Sûriyê dîmenên, vîdeoyên wahşetê, qetlîaman belav dibin. Çeteyên hukûmeta HTŞ´ê li Lazqiyê û hin herêmên din xelkê gulebran dikin. 

Xelkê li ber kamereyan îşkence dikin, nuseyrîyên sivîl wek kûçikan didin ewtandin. Vek Daîşê vîdeoyên wahşeta xwe jî belav dikin. 

Bi hezaran kuştî hene. Çeteyên HTŞ´ê elewîyan, nuseyrîyan, xelkê sivîl li kuçe û kolanan gulebaran dikin.

Îslamîstên ereb ji medenîyetê pir dûr in, îdeolojiya wan, felsefeya wan zulm û celadî ye. 

Di baweriya wan da, di felsefeya wan da azadî, wekhevî, heq, huqûq tune ye, kuştin û îşkence heye.

Nabe kurd bi merivên, bi qahşên ji medenîyetê hewqasî bêpar ra bijîn. Heger bikanibin ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî. 

Piştî li hev wiha bikin, ewê zêdetirê wê bînin serê kurdan.

 Dibê tu şika me ji viya tune be.

Kî ji HSD´ê ra bibêje sîlehên xwe deynin ew merivê Tikriyê ye, merivê Ehmed Şerê terorîst e. Bêyî sîleh kurd nikanin xwe biparêzin. Garantiya jiyana kurdan hêza wan a çekdar e. 

Roja hêza wan a çekdar nemîne ewê bigrin ser kurdan, tiştên anîn serê Efrînê û Serê Kaniyê ewê bînin serê hemû bajarên kurdan. Çimkî tirk jî dixwazin kurdan ji Kurdistanê derxin, demografiya Kurdistana Rojava biguherin.

XXX

Li Sûriyê li Lazqîyê û li hin herêmên çeteyên HTŞ´ê û hêzên din bi hev ketin, gelek kuştî û birîndar hene. Tirkiye çûye hawara çeteyên HTŞ´ê. 

Hukûmeta HTŞ´ê naxwaze ew tenê desthilat be, naxwaze mafê miletê kurdan, elewîyan, nuseyrîyan, durzîyan û yên gurûbên din qebûl bikin. 

Wer xuya dike şer ewê berfireh bibe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar