Îro ez û xanim di dema gera xwe ya rojane da rastî jin û mêrekî ketibûn milê hev hatin. Ya hindî bûn, ya ereb bûn. Min wer texmîn kir. Wek du evîndaran ketibûn milê hev.
Piştî em
ji hev xericîn, xanimê di ber xwe da got:
-Erê bavo, hewesa ji dilê xwe
derdixin.
Min got:
-Xanim, heger tu bixwazî tu jî kanî têkeve milê min û hewesa ji dilê xwe derxînî.
Pirqînî pê ket, bi min kenîya. Fena ku bibêje eyba giran,
sera pîra ma emê têkevin milê hev?
Çend sal berê li Pragê jî tiştekî wiha hat serê me, dîsa eynî tişt got. Wê demê min çi got nayê bîra min, lê em jî bîstekê ketin milê hev.
Ya rast min ew mecbûr kir. Vê carê min ew mecbûr nekir…
XXX
Mamostê delal, Ez spasdar im ku li X’ê bi kesên îlhamdar ên wek te re têkiliyê datînim.
Postên te dilê min bi erênî digirin. Mixabin, ji bo Kurdiya nivîskî ez hê ne bi temamî haydar im.
Ez li Hollandayê ji dayik bûme û mezin bûme, welatekî ku nirxên azadî û wekheviyê ji min re gelek watedar in.
Di zarokatiyê de, bi qasî 5-6 saliya min, min dersên Tirkî wergirtin, lê min got “na”. Diya min got, “eger ew na dibêje, ew na ye”.
Bi serhişkiya Kurdî, ez bê peyvekê rawestiyam û Tirkî xwe bi xwe reviya!
Niha ez Kurdiya xwe bi pirtûkên
Hînkê hîn dikim; hînbûn ne tenê xweş e, lê her tiştê nû agir û evîna di dilê
min de geş dike. Silavên germ ji Hollandayê û evîn û hurmet ji bo jina te.
XXX
Gelek sipas xanima delal.
Kurmancîya te pir baş e, bawer bike ji ya hin rojnamevan û nivîskaran jî baştir
e.
Ez dê bavê te pîroz dikim, tu asîmîle nekirine. Helbet te jî ji bo vê
kurmancîya şîrîn pîroz dikim.
XXX
Mamosteyê hêja, Spas ji bo çîrokên te yên bedew. Şêwaza te
di vê çîrokê de min nehişt – min difikirî ku tu bi kêmanî qasî Anton Chekhov
baş î, çimkî tu, berevajî Chekhov, bêtir evîn û henekên xweş lê zêde dikî, dema
ku Chekhov bêtir temaşe dike.
Tu jêhatî yî, lê ez ditirsim ku ez jî zûtir fêr bibim da ku
te bigihînim, bi ketina min a li ser Kurdî ku mîna kevirên li rê ye.
Dawiyê, ez dixwazim helbest û çîrokên bi Kurdî fêr bibim da
ku bixwînim û binivîsim, lê bi leza min dibe ku heta ez 200 salî bibim – û dîsa
jî ez li ser ‘milê hev’ dikevim, fena bibêje ez li ser qerebalixê ye û her roj
ez li ser Kurdî dikevim mîna kurê piçûk.
Îro, li Roja Jinan a Navneteweyî, min ji te û jinê te ya
bêhempa – îlhamê min, bi taybetî çawa wê romantîzma te bi xweşî red dike –
evînek mezin, şahî û îlhamê dixwazim.
Dibe ku tu jê re dansê pêşkêş bikî û her çi qewimî, tu qet
wisa nakevî mîna min bi fêrbûna Kurdî.
Yasmîn Ross
XXX
Yasmîna Roosa hêja, sipas ji bo pesindin û gotinên te yên ji dil.
Qedirşînasî û dilpakiya te ez kêfxweş kirim.
Lê miqayasa bi yekî wek Anton Çehov ra ne rast e. Ew camêr pir mezin e.
Qelema te jî xurt xuya dike. Heta nuha haya te ji te tunebûye, lê ez soz didim
te, heger tu bixwazî tu yê bibe nivîskareka sereke. Gelek resam, nivîskarên bi
nav deng di netîceyên hin tesadufên jiyanê da meşûr bûne.
Nivîskariya min bixwe jî netîceya tesadufekê ye. Heger li Tirkiyê leşkeran di
12´ê îlona 1980´î da hukim negirtana destê xwe û ez mecbûrî reva derva nebûma,
ez neçûyama Swêd, ez nedibûm Zinarê Xamo û nivîskar.
Yanî qederê di netîceya tesadufekê da ez kirim nivîskar. Ez li welêt bûma ez
nedibûm Zinarê Xamo, ezê bhatama girtin û belkî jî ji hefsê sax xelas nebûma.
XXX
8´ê adarê, roja jinan li jinên kurd û Kurdistanê pîroz be!
Rica min ji we, 8´ê adarê bi tirkî pîroz nekin, mesajên xwe,
beyanên xwe bi tirkî belav nekin.
Jinên kurd mecbûrî axaftin û xwendina tirkî nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar